Pêkhateyên Tirbespiyê: Terora we îradeya me têk nabe

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di merasîma sersaxiyê ya şehîd Xalid de diyar kir ku çi qas rastî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê pêk werin jî ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Piştî merasîma oxirkirina şehîd Xalid, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan berê xwe da gundê Biyandûr li rojhilatê navçeya Tirbespiyê da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Xalid Mihemed endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bixwazin ku di encama teqîna bajarê Qamişlo de şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berkat, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveberiya meclisê Dîrok Mele Beşîr axivîn.

Axaftvanan diyar kir ku terora rastî bajarê Qamişlo hat û hedefgirtina sivîlan piştî binketina çeteyên DAIŞ`ê di dagirkirina herêmê û binketina dewleta Tirk û çeteyên wê di valakirina herêmê ji şêniyên wê de pêk hat.

Her wiha axaftvanan destnîşan kir ku terora li ser  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, tenê israra gel di şopdariya têkoşîna li dijî terorê zêde dike.

Merasîma sersaxiyê bi xwendina nasnameya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din