Pêkhateyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Yusif Xalid re xwestin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Yusif Xalid re xwestin. Her wiha di merasîma sersaxiyê de şopandina rêya şehîdan û mezinkirina asta berxwedanê li hember dagirkeriyê teqez kirin.

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan gundê Kerdîm li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ji bo ku tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Yusif Xalid bibin. Şehîd Yusif Xalid di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê bi navên Kongreya Star koordînasyona giştî ya kongreyê Hediye Şemo û Meclisa navçeya Tirbespiyê Muhened El-Hebîb axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û teqez kirin ku şehîdan ji bo avakirina civakek demokratîk û azad canê xwe feda kirin. Her wiha diyar kirin ku Tirkiyê bi rêya komployan êrişî herêmê dike û di encamê de bi hezaran sivîl koçber bûn.

Axaftivana destnîşan kirin ku gelên herêmê bi saya hevgirtina xwe şerê DAIŞ`ê kir û tune kir. Îro jî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hev du digirin û ji ber ku ev gel xwedî maf û vîn e û rêya şehîdan dişopîne wê serkeftin para wê be.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehdan re radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din