Pêkhateyên Tirbespiyê sersaxî ji  malbata şehîd Macid Umer xwestin

Di merasîma sersaxiya malbata şehîd Macid Umer de pêkhateyên navçeya Tirbespiyê soza şopandina rêça şehîd nû kir.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan konê sersaxiya şehîd Macid Umer ya li pêş mala wî li gundê Beyandor hatiye vegirtin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Kongre Star Xaliya Eyob, bi navê Partiya Yekitiya Demokratî(PYD) Dîrok Mela Beşîr, bi navê Hêzên Parastina Cewherî rêveber Abdulxenî Silêman û bi navê Meclisa navçeya Tirbespiyê Mihemed Hecî Ferhan axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd xwest û tekez kir dê hemû pêkhateyên herêmê têkoşînê li ser metoda şehîdên ku bi saya wan azadî, demokratî û wekhevî ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatiye bidestxistin, bilind bikin.

Axêveran teqîna terorî ya ku îro li navçeya Tirbespiyê rû daye, şermezar kir û her wiha bi kiryara sûcê û bi armanca têkbirina vîn û hevgirtina gelên herêmê yên çete têk birine, bi nav kir.

Bi navê malbata şehîd keça wî Mizgîn Umer a şervanê YPJ’ê axivî û tekez kir bi şehadeta bavê xwe serbilind im. Li rexê jî soza hilgirtina çeka bavê xwe û pêkanîna armancên ku bavê wê û hemû şehîd di oxira wê de şehîd bûne, nû kir.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê û radestkirina malbatê şehîd re bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din