Pêkhateyên Serêkaniyê: Em ê li dijî dijminatiya dewleta Tirk parastina xwe bikin

Pêkhateyên bajarê Serêkaniyê got tevî pêkanîna QSD’ê ya merc û bendên mekanîzmaya ewlehiyê, lê hê jî dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe û tekez kir ku armanca sereke guhartina demografiya herêmê ye. Her wiha pêkhateyan da zanîn ku dê li hember dijminatiya Tirkiyê parastina xwe bikin.

Pêkhateyên bajarê Serêkaniyê gefên dawîn ên serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew gef bi armanca guhartin û dizaynkirina herêmê ne.

Şêniyê bi navê Salih Mistefa wiha anî ziman: "Tevî pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê ya parastina sînor a ku di navber 3 aliyên de pêk hatiye û Amerîka tê de garantor bû, avakirina "herêma ewle" û pêkanîna mercên daxwaz ên ji aliyê ewlehiyê ve, hê jî ji hêla dewleta faşîst a Tirk ve gef hene."

Mistefa tekez kir ku hedefa Erdogan ji êrîşkirina li ser herêmê, guhartina demografiya wê ye û wiha pê de çû: "Îro herêma Efrînê nimûne ye. Pêkhateyên wê yên resen ne tê de ne. Şêniyên biyanî li şûna şêniyên resen, hatin bicihkirin. Ji lew re dê li hember bisekinin û li rex hêzên leşkerî heta dilopa dawîn a xwînê, da ku parastina xak, destkeftî û xwîna şehîdan pêk bînin, li ber xwe bidin."

Salih Mistefa li dawiyê bang li civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdana lezgîn bikin ku gefên faşîzma Tirk ên li dijî herêmê yên bi armancên guhartina erdnîgarî û demografiyê bisekinin.

Ji aliyê xwe ve jî şêniya bi navê Nûfa Ubêd wiha axivî: "Bi sekneke berxwedêr li hember gefên Tirkiyê û Erdogan disekinin û gefên bi armanca tevliheviya ewlehî û aramiya herêmê qebûl nakin".

Her wiha Nûfa diyar kir ku gefên Erdogan bi hedefên afirandina şerekî derûnî û çandina tirsê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Nûfa wiha lê zêde kir: "Em ê parastina xak û welatê xwe heta nefesa dawîn bikin".  Li aliyekî dîtir jî aşkera kir ku armanc ji van gefan, jevkirina pêkhateyên herêmê ye. Lê belê tu kes nikare bi baweriya di navbera pêkhateyên herêmê de bilîze.

Şêniyê bi navê Xalid Hesen jî wiha got: "Girseya leşkerî ya ji hêla Erdogan û hevalbendên wî ya li ser sînor, nîşaneya ku em li dijî wî ne xetere ne. Dewleta Tirk, dewleteke hewandina terorê û piştevanê wê ye. Ji lew re heke çi dijminatiyek ji Tirkiyê ve pêk hat, em ê rûmet û namûsa xwe biparêzin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din