Pêkhateyên Qamişlo: Em piştgir û piştevanên hêzên xwe QSD’ê ne

Bi hezaran pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê meşiyan û gefên Tirkiyê yên bênavber ên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku piştgiriya QSD’ê dikin û dê li hember dagirkeriyê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê dixwe. Ji bo bersivdana wê jî îro bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo meşeke girseyî ku tê de tevahî pêkhateyên wê amade ne, li dar xist. Her wiha şêniyan ragihand ku piştevanên QSD’ê ne.

Meş ji pêşiya Navenda Kongreya Star a bi rakirina alên QSD, TEV-DEM’Ê û pankartên "Na ji Osmaniya nû re" û "Bijî yekitiya gelan" dest pê kir. Li rexê jî dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û banga berxwedanê hat berz kirin.

Girseya gel di sûka navendî ya navçeyê re di nava girtina tevahî dikanan de û beşdariya xwediyên wan li meşe, derbas bû. Meşvan li pêş Akademiya Şehîd Yekta Herkol a navçeya rojava sekinîn. Dûre deqeyekê  rêz hate girtin. Piştre hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Abdulrehmî Hiso, bi navê PYD’ê rêveber Silêman Bedir û bi navê Kongreya Star Mewa Xelîfe axivîn.

Axêveran bang li yekitiya ref û sekinandina li hember gefên Tirkiyê kir û tekez kir ku ev gef bi armanca temamkirina komployên li dijî gelê herêmê û têkbirina vîna azad in.

Axêveran diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide senaryoya Efrînê vegerîne û anîna çeteyên wê ya li ser sînor, pêkanîna siyaseta dagirkirina herêmê ye. Li rexê jî gefên Tirkiyê hatin redkirin û banga QSD’ê ya yekitiya refan li hember dijminatiya Tirkiyê hate kirin.

Meş bi mîsogerkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din