Pêkhateyên Minbicê: Bi hevgirtina me planên dijber têk çûn

Şêniyên bajarê Minbicê yên ji hemû pêkhateyan piştrast kir ku bi saya hevgirtina civakî rê li derketina fitneyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat girtin û komplo û planên li dijî gelê Sûriyê bi yekbûna şêniyên herêmê, bi bin ketin.

Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes cihê xwe di rêveberî û parastina bajarê Minbicê û gundewarên wê de digirin. Her wiha beşdarî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin û nimûneyeke pirrengiya civaka Sûriyê li ser erdê nîşan didin.

Hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes, Aşûr û Suryanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, xwe dispêre bingehê netewa demokratîk ku hemû pêkhate kom kirin.

Ev yek di demekê de tê ku li Sûriyê şerê derûnî û çapemeniyê pêk tê. Armanc jê derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de û bikaranîna eşîran ji bo derbkirina civaka Sûriyê û dîtina behaneyên destwerdana li kar û barên welêt e.

JI BERÊ VE HEVGIRTÎ NE

Endama Komeleya Turkmen a Minbicê û gundewarên wê Reşa El-Ehmed dibêje ku hevgirtina civakî ya gelên Sûriyê, tevneke qewîn ava dike. Ji berê ve û heta niha pêkhateyên herêmê hevgirtî ne.

Reşa wiha domand: "Di aloziya Sûriyê de gelek aliyên derve hewl da vê tevnê civakê ji hev bixin. Bi taybetî li bajarê Minbicê piştî serweriya çeteyên DAIŞ`ê lii bajarê, ev hewldan zêde bûn. Lê belê bi hevgirtina pêkhateyan hewldanên wan pûç derketin."

Reşa daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya piştgiriya şaneyên veşartî, hewl dide fitneyê derxîne û hevgirtina civakî têk bibe, lê belê bi saya yekitiya pêkhateyan hewldanên van şaneyan ên veqetandina pêkhateyan bi bin ketin.

RÊVEBERIYÊ HEVGIRTINA PÊKHATEYAN XURTTIR KIR

Di heman derbarê de, endamê Desteya Siyasî ya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê Farûq El-Hisên ku ji pêkhateya Ereb e, wiha got: "Hevgirtina civakî û jiyana hevbeş a pêkhateyan, ji mêj ve li herêmê heye û piştî rizgarkirina bjarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ev hevgirtin di nava saziyên bajêr de zêdetir bû."

Farûq El-Hisên piştrast kir ku hevgirtin ji bo têkbirina planên hêzên wekî DAIŞ`ê û dewlat Tirk, girîng e û got: "Bi taybetî piştî hewldanên binketî yên têkbirina aramiya herêmê, civaka herêmê mertaleke qewîn li hemberî cudahî û veqetînê ava kir."

El-Hisên desstnîşan kir ku gelek pêkhate li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku bi hev  re jiyana bi ewle dijîn û dê çareseriya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêk bê û dê hevgirtina pêkhateyên gelê Sûriyê xurttir bike.

TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN, HEVGIRTINA CIVAKÎ SERWER E

Riweyde Silêman a ji pêkhateya Çerkes a bajarê Minbicê jî destnîşan kir ku ji berê ve pêkhateyên bajarê Minbicê hevgirtî bûn û tu rengên fitne ya cudahiyê di nava wan de tune bûn. Riweyde wiha domand: "Tevî ku gelek aliyan hewl da hevgirtina pêkhateyan xerab bike jî, lê hîna jî em wekî malekê ne û hevgirtina civakî ya pêkhateyan serwer e."

Riweyde wiha lê zêde kir: "Hemû pêkhateyên bajêr beşdarî saziyên leşkerî, siyasî, çandî û civakî dibin. Hemû pêkhateyên Minbicê cihê xwe di saziyên rêveberiyê de digirin û bi hev re hewl didin bajêr pêş bixin û bersiva dijminan bidin."

Omer Mehmûd ku ji Kurdên Minbicê ye wiha got: "Beriya şoreşa Sûriyê pêkhateyên Minbicê jiyana hevbeş jiyan dikir, gelek hêzan û di serî de dewleta Tirk hewl da tevlîhevî û fitneyê derxîne lê belê armancên wê bi serneketin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din