Pêkhateyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Îro bi hezaran ji pêkhateyên kantona Hesekê li ber bargeha Koalîsyona Navdewletî ya li Til Erqem ê gundewarê Serêkaniyê kom bûn û gefên Tirkiyê yên dawîn ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha bang li koalîsyonê kirin ku wan gefan rawestînin.

Beriya meşê şênî li qada ku bi çend metreyan ji sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de dûr e kom bûn û sloganên şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê berz kirin.

Meş ji kevana bajarokê Til Helefê destpê kir. Şênî heya bajarokê Til Erqem 10 km peyayî meşiyan.

Xwepêşendaran sloganên li dijî dewleta Tirk a dagirker berz kirin mîna `Hilweşe hilweşe dagirkerî`,`Yek e yek e gelê Sûriyê yek e` û dirûşmeyên biratiya gelan û jiyana hevpar berz kirin.

Tevî bi hezaran şênî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd, nûnerên rêxistin û partiyên siyasî tev li meşê bûn.

Piştî ku şêniyan bajarokê Til Erqem ê ku bi 10 km ji bajarê Serêkaniyê dûr e derbas kirin, berê xwe dan bargeha Koalîsyona Navdewletî da ku daxwazên xwe bigihînin wan û bêjin ew gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmê red dikin.

Xwepêşendaran li hember bargehê çalakiya protestoyî li dar xistin. Piştre şêniyên şandeyek ji rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên kantona Hesekê û meclisên wê ava kirin û çûn navenda Koalîsyona Navdewletî da ku daxwazên xwepêşendaran veguhezînin koalîsyonê. Şandeyê bi fermendarê leşkerî yê bargeha Koalîsyona Navdewletî ya amerîkî Mike re hevdîtin pêk anî. Şandeyê nameya girêdayî daxwazên xwepêşendaran radestî fermendarê leşkerî kirin û bang li koaslîyonê kirin ku wan gefan rawestîne.

Serokê Meclisa Rûspiyên Kantona Hesekê û serokê meclisa qebîleya El-Cibûr Fewaz El-Zewba koalîsyon muxeteb girt û got: "Em aştîxwaz in em aştiyê û diyalogê dixwazin. Em şer di navbera me û dewleta Tirk de red dikin. Em herêma ewle ya ku Tirkiyê dixwaze ji binî ve red dikin. Em wê wek dagirkirina herêmê dihesbînin. Hûn weke Koalîsyona Navdewletî şirîkên me ne. Di şerê terorê de we alîkariya me kir. Lê teror hîna bi dawî nebûye. Gefên Tirkiyê bi dawî nebûne. Ew bandor li hewldanên me ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê dikin."

Di dawiyê de El-Zewba  hewldanên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmê eşkere kirin û got: "Tirkiyê îdia dike ku Kurd terorîst in da ku herêmê dagir bike. Em ji dewleta Tirk re dibêjin Kurd şerê terora ku we desteka wê kiriye û şandiye Sûrkiyê kirin."

Ji aliyê xwe ve fermendarê leşkerî yê amerîkî yê bargeha Koalîsyona Navdewletî ya li Til Erqemê Mike bersîva nameyê da û got: "Em dê bi hevpariya xwe bi we re girêdayî bimînin ji bo ku herêm ji her gefekê û xeteriya DAIŞ`ê  biparêzin. Em tekez dikin ku em ê nameya we bighînin rayedanên mezin ên Koalîsyona Navdewletî."

Di dawiya çalakiyê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got: "Eger Tirkiyê êrîşî herêma me bike em bê bertek namînin. Me di şerê terorê de zêdetirî 11 hezar şehîd daye. Em amade ne destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber wê di sekinandina li hember wan gefan divê em pişta xwe nedin hêzên derve û pişta xwe bidin hêzên me yên leşkerî û vîna gelê me."

(şx)

ANHA


Mijarên Din