Pêkhateyên Girê Spî: DAIŞ û Tirkiye du rûyên madalyonekê ne

Pêkhateyên Girê Spî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got “Tu cudahî di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Ew her du rûyên madalyonekê ne. Em naxwazin Tirkiye destwerdana kar û barên Sûriyê bike. Em naxwazin serdemeke din a mîna DAIŞ`ê derbas bikin. Em dikarin herêmên xwe biparêzin."

Komên çete yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra û komên din di salên 2013 û 2014`an de û heta navîna 2015`an bajarê Girê Spî dagir kiribû. Di 15`ê Hezîrana 2015`an de YPJ/YPG`ê bajarê Girê Spî rizgar kir.

Di wan salan de çeteyan siyasetên tengavkirinê li ser şêniyan dan meşandin. Gelek sûc û binpêkirin pêk anîn. Heta niha jî ku 4 sal di ser rizgarkirina herêmê re serbas bûye jî, hovîtiya ku çeteyan da meşandin ji hişê şêniyan dernakeve.

Niha jî dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yê ji bo dagirkirina herêmê zêde kirine. Di heman demê de leşkerên xwe li ser sinor zêde kirine. Şêniyên herêmê dibêjin ku DAIŞ û Tirkiye du aliyên madalyonekê ne.

Şêniyê ji pêkhateya Ereb Fewaz El-Heremiye got: “DAIŞ’ê ola îslamî îdia dikir. Lê tu eleqeya ola îslamê bi binpêkirin, hovîtî û zilma DAIŞ’ê re tune ye.”

El-Heremiye wiha domand: "DAIŞ`ê nedigot ev biçûk an jî mezin e. Kiryarên hovane li ser şêniyan didan meşandin. Divê tu bi zorê zekat bidî û nimêj bikî. Jin neçar dikirin ku cilên reş li xwe bikin. Kişandina cagireyê qedexe kirin. Eger te li dijî qanûnên wan muxalefet bikira, yan bi recmê ceza dikirin an jî tu bi destekê ve dardakirin. Her wiha şênî li çerxerêya El- Qefes li pêşiya her kesî ser jê dikirin.”

Çarxerêyek ji çarxerêyên Girê Spî bi navê “El-Qefes” hate bi navkirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê qefesek tê de ava kiribû û her kesê ku muxalefeta wan bikiriba, heya rojekê bê xwarin û vexwarin tê de digirtin.

El-Heremiye bi bîr xist ku koma qaşo bi navê El-Hesba dihat bi navkirin, kesên ku muxalefeta qanûnên DAIŞ`ê dikirin didarizandin û wiha got: “Rojekê keça min dema di nav zeviyan de bê hîcab dixebitî dîtin, hema kurê min ceza kirin û gule lê barandin.”

El-Heremiye tekez kir ku Tirkiye piştgirê yekem ê DAIŞ`ê ye û wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ`ê niha Tirkiye hewl dide destwerdana herêmê bike. Lê em jê re dibêjin; hûn kujer in û we gelê Sûriyê da koçberkirin û çete anîn herêmên me. Tu terorîst li Bakurê Sûriyê tune ne. Ew ciwanên me ne. Tirkiye dixwaze me ji çi biparêze? Em destwerdana Tirkiyê red dikin û em dikarin xwe biparêzin."

Şêniyê Ermen ê ku rastî binpêkirinên DAIŞ’ê hatibû

Serkîs Kominkiyam şêniyek ji pêkhateya Ermen e, ji ajansa me re qala  binpêkirinên DAIŞ`ê kir.

Kominkiyam got: "Dema çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajarê Girê Spî bûn, ez jê derketim û piştî sê mehan min bihîst ku mal û dêra me wêran kirine. Ji ber wê ez vegerîm bajêr. Heya demekê nizanîn ez Ermenî me. Lê piştî ku zanîn ez Ermen me navê “Zindîq” li min kirin. Ez girtim, li min dan û îşkence kirin. Tewana min jî ew bû ku ez ne misilman bûm.”

Kominkiyam diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê dêr şewitandin û tê de gelek girtîgehên tekekesî ava kirin. Kominkiyam wiha dewam kir, “Çeteyan zext li min kirin ku ez ola xwe biguherim Ez bi serjêkirinê tehdit dikirim. DAIŞ`ê tevahiya Ermenên Girê Spî ber bi Helebê ve dan koçberkirin û kesên ku wî tiştî qebûl nekiriba bac lê ferz dikirin.”

Şêniyê ji pêkhateya Ermen ê ku bûye şahidê komkujiyên Osmaniyan wiha got, “Tirkiye hewl dide careke din DAIŞ`ê vejîne da ku komkujiyên li ser me dubare bike. Lê em komkujiyên ku pêşiyên Tirkan li ser gelê Ermen pêkanîne ji bîr nakin. Em nahêlin ku neviyên Osmaniyan wan komkujiyan dubare bikin. Em amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin."

Kurdan jî gelek azar kişandin

Ibrhaîm Çawîş ê ji pêkheteya Kurd qala dema dagirkeriya DAIŞ`ê kir û wiha axivî: “Di roja yekemîn de dema DAIŞ`ê bajêr dagir kir, bi rêya mizgefta mezin banga kirin ku bila Kurd ji herêmê derbikevin. Ji ber wê em neçar man derkevin. Wê demê çeteyan kurên min û kurên birayên min girtin û birin Reqayê. Du meh îşkece kirin. Di demek ku nakokiyek di navbera çeteyan de derket, derfet dîn û reviyan."

Çawîş bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ`ê birayekî wî li Musilê piştî ku ji herêmê bi hinceta ku Kurd e revandin, kuştine.

Çawîş wiha qala desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re kir: "Dema ku DAIŞ li bajêr bû, deriyê ser sînorên Tirkiyê vekirî bû. Çete bê astengî diçûn û dihatin. Gelek çete Tirk bûn. Ev jî isbat dike ku Tirkiye destekarê yekemîn ê DAIŞ`ê ye. Niha ew dixwaze vegere Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev titşt di daxuyaniyên dewleta Tirk de diyar dibin. Ew dixwaze sînaryoya Efrînê û binpêkirinên xwe yên hovane yên li herêmê  dubare bike."

Çawîş gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Tu cudahî di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Ew her du rûyên madalyonekî ne. Em naxwazin Tirkiyê destwerdana karûbarên Sûriyê bike. Em naxwazin serdemeke din a mîna DAIŞ`ê derbas bikin. Em dikarin herêmên xwe biparêzin."

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din