Pêkhateyên Bakurê Sûriyê li Serêkaniyê meşekê li dar dixin

Li dijî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrîşên muhtemel ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran pêkhateyên herêma Serêkaniyê daketin qadan.

Îro bi slogan "Em komploya 9`ê Cotmehê ya li ser Rêber Ocalan şermezar dikin", bi hezaran pêkhateyên Bakurê Sûriyê Ii pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya herêma Serêkaniyê kom bûn û li dijî komploya navdewletî meşek li dar xist.

Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ve dest pê kir. Meş bi beşdariya rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd û Suryan, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)Şahoz Hesen û bi hezaran pêkhateyên herêmê bi rê ve çû û xwepêşandêran pankertên bi nivîsên "Em hemû QSD ne”, “Canê me fedayî welat e”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, na ji Osmaniya nû re" hilgirtin.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên bajarê Serêkaniyê digerin û sloganên li redkirina komploya li ser rêber Abdullah Ocalan berz kirin û yekrêziya li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê îsbat kirin.

Tê payîn ku xwepêşandan heta konê çalakiya mertalên zindî berdewam be û axaftin werin kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din