​​​​​​​Pêkhateyê Ereb banga rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên ji pêkhateyê Ereb ên ku bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bandor bûne, tecrîda li dijî rêbertî şermezar kir û got ku armanc  ji tecrîdê ew e ku  fikirê azad ê  rêbertî belav nebe.

Di encama kompoyeke navneteweyî de ku gelek dewletên zilhêz beşdarî wê bûbûn, rêber Abdullah Ocalan di sala 1999`an ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hate girtin. Dewleta Tirk di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdeke giran li dijî rêbertî ferz kiriye û destûr nade ku malbat û parêzer hevdîtinê pê re bikin.

Ramanê rêber Abdullah Ocalan ne tenê bandor li kurdan kir, di heman demê de pêkhateyê Ereb jî pê bandor bû ku wekî zayîneke nû dibînin û banga azadiya wê dikin.

Şêniyê bi navê Casim Silêman ê ji pêkhateyê Ereb tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got:"Em wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk ve tecrîda li dijî fîlozof û rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin."

Casim Silêman îşaret bi nakokî û bê mentiqiya di siyasetên dewletên kapîtalîst de kir û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê fikir û pênûsekê ye bi  "Terorîst" tawanbar dikin, lê komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk ên ku kiryarên xirabî, dizî û talankirinê dikin bi azad û demokrat bi nav kirin.

Casim Îbrahîm Silêman di dawiya gotina de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk  ên li dijî girtiyên siyasî bi erka xwe rabe, di heman demê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku yekitiya xwe ava bikin û dawî li tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bînin.

ꞌNAXWAZIN FIKIRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN BELAV BIBEꞌ

Li aliyekî din şêniya bi navê Sena Îbrahîm ku ew bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bandor bûye got: "Bi fikirê rêbertî re me gavên mezin avêtin, rêbertî rola jinan di civakê de xurtir kir û mafên wan bi wan da naskirin.

Sena destnîşan kir ku armanca ji tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye ew e ku fikirê wî negihêje gelê Rojhilata Navîn û vî fikirî reş bikin.

Şêniya bi navê Elî Silêman tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ew bi saya fikirê rêbertî yê li ser bingeha biratiya gelan dijîn.

Casim Elî di dawiyê de diyar kir ku serkeftina projeya Rêveberiya Xweser berhemê têkoşîn û fikirê rêber Abdullah Ocalan e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din