Pêkanîna yekrêziya Kurdan pêkanîna xewnên şehîdên azadiyê ye

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê gotin: "Yekitiya partiyên siyasî, pêkanîna xewnên şehîdên azadiyê ye. Bi yekrêziyê em ê gendeliyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bikin."

Di 16`ê Hezîrana 2020’an de şandeyên Meclisa Niştîmanî ya Kurd û partiyên Yekitiya Netewî ya Kurd li bajarê Hesekê pêngava yekem ji dan û standinên ji bo yekrêziya refa Kurdî bi dawî kirin û gihaştin nêrîneke siyasî ya hevbeş.

Ew dan û standinên bi sponseriya fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û cîgirê şandeyê taybet ê Amerîkayê di Koalîsyona Navdewletî de William Robak, gaveke destpêkê ya girîng e.

Di vê derbarê de ajansa ANHA’yê bi hin endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê re, hevpeyvîn çêkir.

Bavê şehîd Serhed û endamê Meclisa Malbatên Şehdan a bajarê Hesekê Mihemed Dawî wih axivî: "Ji bo pêkanîna yekrêziyê, divê gelê Kurd û hemû partiyên siyasî dûrî berjewebdiyên kesayetî bikevin û bi ji bo çareserkirina doza Kurdî tevbigerin. Pêngava yekem ji dan û standinên ji bo yekirina refa Kurdî serkeftî bûn, ji ber ku hemû pêkhatiyên herêmê ji bo rizgarkirina vê xakê yekdest bûn. Wekî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan divê em jî armancên şehîdên xwe bi cih bînin û şopdarên rêya wan bin."

Dayîka şehîd Ferman Sultana Seîd jî kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina vê qonaxê anî ziman û wiha got: "Em gelek dilşad in ku qonaxa yekem ji hevpeyvînan bi ser ket û em bi hêvî ne ku qonaxên dîtir jî bi ser bikevin."

Sultana destnîşan kir ku serkeftina projeya yekitiya netewî ya Kurdî dê xewnên şehîdên ku xwe ji bo parastina xaka pîroz xwe feda kirine, pêk bîne.  

Di dawiyê de Sultana bang li hemû pêkhate û partiyên Kurdî kir ku piştgiriya yekitiya netewî bikin da ku gendeliyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

ANHA


Mijarên Din