Piştevaniya gel ji Erdogan re kêm bû

Di ankêtekê de ku li Tirkiyê hate çêkirin, eşkere bû ku piştevaniya gel ji Recep Tayyîp Erdogan re tevî rexneyên zêde û dengên dijber ên opozîsyonê ji siyaseta hikumeta wî re, bi paş ket.

Di ankêtekê de ku şîrketa ‘Metropol’ ji 10 heta 26’ê Hezîrana borî çêkiriyê, rêjeya dengan a AKP’ê heta ji sedî 30 kêm bû.

Li gorî hevrûkirina ankêteke din a heman şîrketê di Adara borî de alîgiriya ji partiya Erdogan re bi rêjeya ji sedî 3,9 kêm bûye.


Mijarên Din