Piştevaniya dagirkeriya Tirk... Meclisa Ewlehiyê biryara vekirina dergeheke Tirkiyê da

Ji bo piştevaniya dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê Meclisa Ewlehiyê îro biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bi rêya dergeheke Tirkiyê da.

Meclisa ku ji 15 dewletan pêk tê, bi sekna piranî endamên wê li dijî hevalbendên Sûriye, Rûsya û Çînê ku veto kir, gihîştî rêyeke girtî. Ev dengdayîna 5’an e ku meclisa li ser mijarê di vê hefteyê de pêk tîne.

Rûsya û Çînê xwest ku hejmara dergehan kêm bike û bike yek û got dikarin alîkariyên mirovî ji hundirê welêt bigihînin bakur û rojavayê Sûriyê.

Meclis der barê nûkirina dema alîkariyan a 6 mehan de jî salekê bê biryar ma û duh li ser bikaranîna dergehekê bi dema salekê hat erê kir.

Cîgirê nûnerê Rûsyayê li NY’yê Dmîtriy Polanskî piştî dengdayînê wiha got: "Rûsya her tim alîgirê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re ye, tevî rêzdariya li hember serweriya li welat, yekitiya xak û bi koordîneya bi hikumeta rewa re, divê ev doz neyê siyasetkirin."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di krîzeke mirovî re derbas dibe di encama nederbasbûna alîkariyên mirovî ji herêmê re, bi taybet piştî girtina dergeha Til Koçer/Yeirûbiyê di dawiya 2019’an de. Her wiha Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin dorpêçê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin ku tê de bi milyonan şêniyên ji tevahî Sûriyê hene, bi taybet ji herêmên ku Tirkiyê dagir kirine.

(fr)


Mijarên Din