Piştî têkçûna dan û standinan bi Washingtonê re Talîban li Moskovê ye

Piştî dan û standinên di navbera tevgera Talîban û DYA`yê de têk çûn, îro Rûsyayê dan û standina li gel tevgera Talîbanê kifş kir.

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku nûnerê serokê Rûsyayê yê li Afganistanê Zamir Kabulov li Moskovê pêşwaziya şandeya Talîbanê kir û dîroka hevdîtinê eşkere nekir.

Berdevk got Rûsyayê bal kişand ser girîngiya ji nû ve destpêkirina dan û standinên di navbera tevgera Talîban û DYA`yê de. Her wiha got nûnerên Talîbanê jî ji aliyê xwe ve daxwaza berdewamkirina dan û standinê bi Washingtonê re kir.

(eh)


Mijarên Din