Piştî serdana Qeterê, Akar pêşwaziya Başaxa kir

Di demekê de ku bangên navneteweyî yên agirbestê û destpêkirina diyalogan di navbera aliyên li Lîbyayê de û piştî serdana ji Qeterê re, wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar îro li Enqereyê bi wezîrê karên hundir ê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fethî Başaxa re civiya.

Sedema serdana her du wezîran ji hev re ne diyar e, lê belê di demeke wiha de pêk hatiye ku li derdora Sirteyê rewşa awarte ya leşkerî heye û hikumeta Wîfaqê ji Enqereyê piştgiriyê werdigire û israra dagirkirina Sirteyê dike.

Îro Neteweyên Yekbûyî (NY) dubare banga agirbestê li Lîbyayê kir û nûnera taybet a sekretera giştî Stephanie Williams jî banga agirbestê û destpêkirina diyalogên komîteya leşkerî ya 5+5 kir.

Li aliyekî din banga sekinandina avêtina moşekên ku NY`yê ji beriya çend salan ve ji bo Lîbyayê qedexe kiriye, hate kirin.

Tê zanîn ku ev civîn piştî hevdîtina wezîrê parastinê yê Tirkiyê duh li Dewhayê bi emîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed Al Sanî çêbûye.

Îro dezgehên çapemeniya Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya amadekariya êrişkirina Sirte û baregeha Cefrayê de Enqereyê moşekên ‘SCARIA T22’ a ku li herêmê tê çêkirin, şandine Lîbyayê. Tê zanîn ku ev cure moşek jî beriya niha Tirkiyê li Sûriyê ceribandine.

(eh)


Mijarên Din