Piştî şerê bi Azerbêcanê re, Ermanistanê seferberî ragihand

Îro Ermanistanê piştî şerê bi Azerbêcanê re, li herêma Qerebaxê seferberî ragihand.

Serokwezîrê Ermanistanê Nikola Paşinyan li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsand: "Welatiyên birûmet, bi biryara hikumetê hikumên urfî û seferberî li Ermanistanê hat ragihandin. Bang li tevahî ferdên yêdek dikim ku li navendên komseriya leşkerî amade bin."

Li aliyekî din jî wezîrê parastinê yê Ermanistanê David Tonoyan wiha got: "Bersiva me vê carê dê ji her demê tundtir be. Li gel artêşa Ermenistanê tevahî rêbazên guncaw hene ku dijmin têk bibe."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan bi bîr xist ku bi hezaran welatî bi dilxwazî dixwazin xwe qeyd bikin da ku biçin eniyên Qerebaxê. Di heman demê de da zanîn ku niha pêdivî bi leşkerkirina dilxwazan tune ye.

Li aliyekî din jî berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin pişgiriya xwe ji bo Azerbêcanê ragihand.

Vê sibehê li ser sînor di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de li gel destwerdana tirkî-rûsî ya xeta aloziyê re, şer rû da. Her wiha Azerbêcanê êrişî herêma Qerebaxê ya kir.

(fr)


Mijarên Din