Piştî salekê..balafirên şer ên Sûriyê nuqteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên hikumeta Şamê piştî 11 mehan îro nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Hemayê, bombebaran kirin.

Gelek balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê ji balfirgeha Hemayê ya leşkerî rabûn û nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li derdorê rêya Eseriya- Xanasir li aliyê gundewarê rojhilatê Hemayê, bombebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ev bombebaran piştî 11 mehan ji rawestandina beşdarbûna balafirên şer ên Sûriyê ji çalakiyên leşkerî li ser xaka Sûriyê re pêk hat, ku êrişên asîmanî tenê bi balafirên şer ên Rûsyayê pêk dihatin.

SOHR`ê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de zêdetirî 25 êrişên asîmanî li dijî baregehên çeteyan li çolistana Sûriyê pêk anîn. 


Mijarên Din