Piştî salekê tevgera bazirganiyê li Minbicê geş dibe

Piştî salekê warê bazirganiyê li bajarê Minbicê û gundewarê wê geş dibe. Gelek proje û kooperetîf hatine vekirin. Hindek din jî di nirxandinê de ne û dê di demên bê de werin pêkanîn.

Bajarê Minbicê xwedî stratejiyek aborî ya girîng e. Sê deriyên wê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herêmên din ên di bin  dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a û rêjîma Sûriyê ve girê didin hene. Deriyê Ewn El-Dadat û Im Cilûd herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk ve girê dide. Deriyê Ebû Kehef herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê ve girê dide.

Piştî ku bajarê Minbicê di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jiyan hêdî hêdî vegerî bajarê Minbicê û pê re tevgera bazirganî û pîşeyî geş bû.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê bi tevahiya saziyan xwe ve hewl da warê aborî ya bajêr pêş bixe. Ji bo wê hemû hêsanî ji bazirgan û pîşeyan re pêşkêş kirin. Her wiha bi rêya kooperetîvan proje vekirin da ku desteka warê aborî ya civaka Minbicê bike. Ew ê jî rê li pêşiya tevahiya şêniyan vekir da ku tevlî projeyên cihereng ên ku kooperetîfan li navenda aborî li Minbicê û gundewarê wê vedike bibin.

Endamê rêveber ê Odeya Pîşeyî û Bazirganiyê û cîgirê Komîteya Aborî ya Minbicê û gundewarê wê Sadiq Emîn Mihemed El-Xelef ji ajansa me re axivî. El- Xelef got: “Piştî derbasbûna 3 salan li ser rizgarkirina bajêr re geşedanek mezin li bajêr rû dide.”

El-Xelef diyar kir ku piştî rizgarkirina bajêr bi çend mehan Odeya Pîşesaz û Bazirganî hate avakirin û wiha domand: "Bi armanca pêşxistina asta aborî me dest bi dayîna sicilên bazirganî û pîşeyî kir da ku ji bazirgan û pîşeyan re hêsanan pêşkêş bikin."

Li gorî serjimariya komîteyê 641 sicilên pîşeyî û hezar û 50 sicilên bazirganî hatine dayîn. Tevî ku 26 nasnameyên bazirganî di warên cüda de hatine pêşkêşkirin.

Têkildarî rola Odeya Bazirganî û Pîşeyî di pêşkêşkirinan de El-Xelef got: "Me gelek hêsanî ji pîşesazan re pêşkêş kir. Ji sotemenî, hêsankirina tevgera tirafîkê û peydakirina kehrebeyê. Bi armanca geşpêdana warên pîşeyî li bajêr em niha hewl didin bi koordîneya gumrikê, baça madeyên destpêkê sivik bikin. Em bi deriyan re koordîne dikin da ku tevgera tirafîkê ya kelûpelên bazirganî hêsan bikin."

Girêdayî girîngiya kooperetîfan El-Xelef got: "Kooperetîf li bajarê Minbicê kargeh û avahiyan ava dikin. Deriyê şirîkbûna di projeyên kooperetîvê de ji tevahiya şêniyan re vedike. Em berê xwe didin aboriya civakî ya ku sûd li tevahiya şêniyan dike û ji wan re qûteke zêde peyda dike."

Ji projeyên ku kooperetîfan vekirina projeya aşan, firinan, jeneratoran û kargahan. Tevlibûna şêniyan di projeyan de bi rêya şirîkbûnê gelek baş bû.

Ji bo firehkirina projeyan û pêşkêşkirina hêsanan ji şêniyan kooperetîf gelek projeyan dinirxîne da ku di demên pêş de pêk bîne.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din