Piştî salekê çalakgerên jin ên Sûidî têne dadgehkirin

Piştî salekê cara yekem çalakgerên jin ên Sûidî Lujeyn El-Hezlûl, Îman El-Nefcan û Ezîze El-Yûsif derketin pêşberî dadger. Çalakgerên jin ji bo parastina mafê jinê ya erebe ajotinê û rakirina wesiyeta mêr li ser jinê, hatibûn girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê dadgeha cezayê Riyadê Ibrahîm destnîşan kir ku deh jin di nav de Lujeyn El-Hezlûl, Îman El-Nefcan, Ezîze El-Yûsif û Hetûn El-Fasî îro derketin pêşberî dadgehê.

Koma ku ji 12 çalakgerên jin pêk tê di Gulanê de beriya ku qedexeya ajotinê li ser jinan li Sûidiyê were rakirin, hatin biçavkirin.

Birayê Lujeyn li ser hesabê xwe ya tiwîtirê roja sêşemê belav kir ku dadgehê agahî daye wan ku Lujeyn ji dadgeha cezayê re hatiye vegihestin beyî ku sedema wê diyar bike.

Her wiha zêdetirî 30 dewletan di nav de 28 dewletên Yekîtiya Ewropayê di hefteya borî de bang li Sûidiyê kirin da ku çalakgerên serberst berde. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pomeo û hempêşiyê wî yê Birîtanyayê gotin ku wan di serdanên xwe de ji Sûidiyê re behsa mijarê kiribûn.

Ruxmî gelek guhertinên civakî girêdayî jina Sûidî, lê hîna mafên jinan têne çewisandin û têne girtin. Çalakgerên jin ên di girtîgehên Sûidiyê de rastî binpêkirinên der mirovî, celdê û destavêtinê tên. Rêxistina El-Qist a mafên mirovan di 4`ê Çileyê de bi daxuyaniyekê eşkere kir  ku polîsan di lêpirsa çalakgerekê de bi zanabûn çalakger tazî kirine û dîmên wê kişandine.

Lujeyn El-Hezlûl du caran hatiye girtyin carekê di sala 2014`an de dema hewl da bi erebeya xwe ji Îmaratê ber bi Sûidiyê ve bajo. Lujeyn bang li rakirina qedexeya ajotina erebeyan li jin û bi dawîkirina wesiyeta mêr li jinê di Sûidiyê de dike.

Îman El-Nefcan û Ezîze El-Yûsif di sala 2013`an de tev li çalakiyên protestoyî yên rakirina qedexeya ajotinê li ser jinan bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din