Piştî êrîşa li dijî Aramcoyê DYA alîkariyê dide Siûdiyê

Rojnemeya The Wall Street Journal ji berpirsên leşkerî ragihand ku Pantagon pêşniyara şandina bataryayên parastina asmanî û balafir û amûrên çavdêriyê ji herêma Kendavê re lêkolîn dike.

Berpirsên leşkerî yên DYA’yê ragihand ku berpirsên Pantagonê duh civînên xwe domandin, beriya civîna ku dê îro li Meclisa Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Donald Trump re li dar bikeve da ku pêşniyarên bersivdayîna ser êrîşa ku 2 avahiyên petrolê li Erebistana Siûdî pêk hatin, lêkolîn bikin.

Pantagon pêşniyara şandina beşeke din ji bataryayên parastina asmanî lêkolîn dike, her wiha balafir û amûrên çavdêriyê ji herêma Kendavê da ku parastina wê piştî êrîşên li ser Aramcoyê xurttir bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku alîkarê wezîrê parastinê yê DYA’yê Jonathan Hoffman duh di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Îran berpirsa êrîşên li ser avahiyên Aramcoyê ye.

Hoffman wiha got: "Em ê pêşniyarên bersiva êrîşa Aramcoyê ji serok Donald Trump re pêşkêş bikin û ew biryara wê dide. Êrîşên ser avahiyên Aramcoyê pir baş hatibûn amadekirin." Hoffman got ku ew ê desteka lêpirsînên Siûdiyê der barê êrîşên Aramcoyê de bikin û encamên wê lez nakin û got êrîşa ser avahiyên Aramcoyê dozeke navneteweyî ye.

Her wiha ragihand ku Washington bi Riyadê re dan û standinan dike da ku her cure gefên ku dibe ku ji bakurê Siûdiyê werin, asteng bike.

(jo)


Mijarên Din