Piştî ku Siûdiyê enejiya xwe derxist buhayê petrolê daket

Piştî ku Erebistana Siûdî karînên xwe der barê berhemdayîna petrolê di dawiya meha Îlonê de ragihand û zêdebûneke nenormal di depoyên petrola Amerîkayê rû da, buhayê petrolê daket.

Nirxê petrola meha Mijdarê ya deryaya bakurê Marka Birênt gihaşt 64.53 bermîlan û ji sedî 0.03 kêm bû, di heman demê de nirxê petrola xam a meha Mijdarê ya Marka Teksas El-Wesît ji sedî 0.32 anku nirxê bermîlê gihaşt 58.91 dolaran. 

Wezîrê enerjiyê yê Siûdiyê Ebdulazîz Bîn Silêman vegera peydakirina petrolê beriya ku avahiya şîrketa Aramco were şewitandin, ragihand û îşaret bi windahiya di encama êrîşan de ku nêzî 5 milyon û 7 hezar bermîlên petrola xam hate rawestandin, di heman demê de tekez kir ku şîrketê di vê mehê de girêdanên xwe bi hevkarên xwe re bi cih bîne. Di nav de kişandina ji depoyê de ye.

Komên Ensarellah El-Hûsî roja yekşema derbasbûyî diyar kir ku firokeyan 2 nuqteyên petrola Siûdiyê yên sereke yên Aramcoyê kirin armanc û di encamê de nirxê petrola xam a cîhanê de bilind bû.

(eh)

 

 


Mijarên Din