Piştî ku artêşa Tirk stasyona Elûk girt, QSD ji bo dabînkirna avê alîkariyê dide şaredariyê

Dewleta Tirk a dagirker nahêle ku karmendên stasyona Elûk derbasî stasyonê bibin. QSD`ê alîkarî da Şaredariya Gel ku avê bi rêya sehrîcan bigihîne gel

Ev çar roj e ku dewleta Tirk a dagirker nahêle karmendên stasyona Elûk a rojhilatê Serêkaniyê, stasyona ku pêwîstiya ava vexwarinê ya piraniya herêmên kantona Hesekê peyda dike, bixebitînin.

Ev cara duyemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê avê ji ser Hesekê ji vê stasyonê qut dikin ku tekane stasyona avê ya bajêr, navçe û bajarokên girêdayî wê ye.

Duh karmendên stasyonê tevî şandeyeke polîsên Rûsyayê berê xwe da stasyonê da ku bixebitîne, lê belê dewleta Tirk a dagirker careke din nehişt ku stasyon bê xebitandin.

Karmendan ji ANHA`yê re diyar kir ku ji dema ku dewleta Tirk nehişt ew bikevin stasyonê, ew her roj berê xwe didin stasyonê da ku bixebitînin. Ji ber ku ew girîngiya vê stasyonê ji bo herêmê dizanin, lê belê dewleta Tirk a dagirker dîsa jî nahêle ku bikevin stasyonê.

Hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Hesekê Ebid El-Xefûr Oso, wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: "Ev ne cara yekemîn e ku stasyona  Elûk ji xizmetê derdikeve. Di sala 2013`an de jî komên têrorîst êrişî bajarê Serêkaniyê kirin û stasyon hedef girtin ku di encamê de ji xizmetê derket. Di sala 2019`an de jîpiştî êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Serêkaniyê û Girê Spî, stasyon careke din ji xizmetê derket.”

Oso da zanîn ku stasyon damare sereke ya bajarê Hesekê ,Til Temir û herêmên başûrê kantona Hesekê weke Holê, Erîşe û Mergeda ye û wiha dewam kir: "Ji ber derketina stasyonê ji xizmetê, jiyana zêdetirî melyon mirovî di xetereyê de ye."

Oso diyar kir ku piştî dexistina karmendan û seknandina stasyonê ,rêveberê şirketa avê a kantona Hesekê yekser bi xaça sor û rêxistinên navdewletî re axivî da ku destwerdanê bikin û karmendan vegerînin da ku av careke din bigihîne wan û wiha berdewam kir: "Duh karmedên stasyonê tevî şandeya polîsên Rûsyayê, berê xwe da stasyonê lê belê nehiştin ku bikevin stasyonê."

QSD ALÎKLARIYA ŞAREDARIYA GEL A HESEKÊ DIKE

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li bajarê Hesekê û peydakirina avê ji şêniyan re, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), îro alav û bi taybetî sahrîcên avê ji navendên xwe yên leşkerî vekişandin û kirin xizmeta gelê Hesekê da ku avê li şêniyan belav bike.

Girêdayî wê yekê, Ebid El-Xefûr Oso wiha got: "Bîr li derveyî bajarê Hesekê hene. Em ê bi riya sahrîcan û bi hevkariya gerînendeya avê, şaredarî û komînên bajêr,  avê li şêniyan belav bikin.

Hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Hesekê Ebid El-Xefûr Oso bang li  hemû rêxistên mirovî kir ku ji bo rawestandina vê kerasetê destwerdanê bikin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din