Piştî hedefgirtina stasyona petrolê ya Seîde, kehrebe li gundewarên Tirbespiyê qut bû

Piştî artêşa dagirker a Tirk stasyona Seîde ya petrolê hedef girt, kehrebe û torên telefonê li ser zêdetirî 15 gundan qut bû.

Artêşa dagirker a Tirk şevê berê di saet 00:43’an stasyona  Seîdê ya petorlê ya li bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê kir hedef û di encamê de agir bi hundir û derveyî wê ket û ji xizmetê derket.

Stasyona Seîdê ya petrolê ji stasiyonên sereke li navçeya Tirbespiyê ye û girîngtirîn stasyonên petrolê li herêmê ye. Her wiha kehrebeyê dide zêdetirî 15 gundan û bircên telefûnê.

Di encama derketina stasyonê ji xizmetê, gundên ku stasyonê kehrebe jê werdigirt, azaran dikişînin.

(fr/kc)

ANHA

 


Mijarên Din