Piştî eşkerekirina belgeya hikumeta Şamê; li Siwêdayê bendewarî û amadekarî..

Piştî eşkerekirina belgeyeke hikumeta Şamê ya têkildarî niyeta DAIŞ`ê ya pêkanîna êrişan li Siwêdayê, niha çav li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê ne. Siyasetmedarekî ji Siwêdayê ku li ser belgeyê xwedî agahî ye, ji ajansa me re armanca wê belgeyê û senaryoyên muhtemel eşker kirin.

Hin çalakvanên ji parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê belgeyke fermandarê polîsan a Şamê ji wezîrê karên hundirîn ên hikumeta Şamê re şandiye, eşkere kir. Di belgeyê de tê gotin ku DAIŞ niyet dike ku bikeve hundirê Siwêdayê û êrişên terorî pêk bîne.

Di belgeyê de tê gotin ku, dê çete ji gundên El-Anat û Şinêra yên li ser sînorê Sûriye-Urdunê re bikevin Siwêdayê û amadekariyên pêkanîna teqînan li dijî 2 dêran û geraca Siwêdayê dikin.

SENARYOYÊN MUHTEMEL

Têkildarî mijarê, koordînatorê Kombûna Sûriyên Ilmanî yên Demokratîk li Siwêdayê Semîr Ezam ji ajansa me re wiha axivî: “Me belgeya ku fermandarê polîsên sivîl a parêzgeha Gundewarên Şamê ji wezîrê karên hundirîn re şandiye, xwend. Tê de behsa hûrgiliyên ketina çeteyên DAIŞ`ê ji bajarê Siwêdayê re tê kirin. Di belgeyê de gundên ku dê çete di wan re bikevin bajêr û cihên ku dê xwe lê biteqînin, hatine diyarkirin.”

Ezam diyar kir ku pisporan agahiyên di belgeyê de analîz kirin û wiha domand: “Li gorî wan analîzan senaryoyên muhtemel wiha ne; dibe ku ev belge derketiye ku ji bo nixumandinê be yan jî çav ji welatiyên parêzgehê yên li derveyî qanûnê re were girtin ku ewlehiya leşkerî ya Sûriyê, Îran û Rûsya li pey wan in."

DEMA DERKETINA BELGEYÊ TÊ ÇI WATEYÊ?

Ezam têkildarî dema belgeyê ev nirxandin kir: “Ev belge di salvegera 3`yemîn a êrişên DAIŞ`ê li ser gundên li hemberî çola Siwêdayê de ku 25`ê Tîrmeha 2018`an pêk hatibû, hate eşkerkirin. Ev yek wekî hişyarkiriyeke hikumeta Şamê, Rûsya û Îranê ji gelê Siwêdayê re ye ku çawa wan çeteyên DAIŞ`ê sala 2018`an bi kar anîn, ew dikarin careke din wan bi kar bînin.”

Sala 2018`an çeteyên DAIŞ`ê li gund û bajarokên Siwêdayê êrişên hovane pêk anîbûn û di encamê de 252 kes hatibûn kuştin.

Ew êriş di encama peymanên wê demê de hatin pêkanîn û bi sedan çete ji kampa Yermûk û taxên derdorê li çolistana Sûriyê ya ji navarasta xaka Sûriyê û heta sînorê bi Iraqê re, hatin bicihkirin. Hin aliyan hikumeta Şamê tawanbar kir ku ew bi awayekî neykser li pişt wan êrişan e û gotin bi wê yekê xwestiye tola xwe ji şêniyên Siwêdayê yên li dijî siyaseta Şamê hilîne.

Semîr Ezam di dewama nirxandina xwe de teqez kir ku hemû gundên li hemberî Urdunê, çolistanê, herêma El-Lucat û parêzgeha Deraayê ji aliyê çekdarên Siwêdayê ve tên parastin û wan ji bo rewşên awarte xwe amade kiriye.

ŞAHÊ URDUNÊ NAMEYA RÛSYA GIHAND BIDEN

Ev geşedan hemwextî daxuyaniyên şahê Urdunê Abdullah El-Sanî bin El-Husên ên di serdana Amerîkayê û hevdîtina bi Biden re, pêk tên.

Şahê Urdunê diyar kiribû ku Beşar Esed û rejîma wî dê demeke dirêj li Sûriyê bimînin û banga diyaloga bi hikumeta Şamê re kiribû.

Li ser girêdana belgeyê bi wan daxuyaniyan re, Ezam ev şîrove kir: “Ez bawer nakim ku eşkerekirina belgeyê girêdayî serdana şahê Urdunê ji Amerîkayê re ye. Li ser daxuyaniya şahê Urdunê ya der barê mayîna Esed li ser hukmê jî, ez baewr im ku Rûsya jê xwestiye ku daxwaza wan bigihîne Biden. Tê zanîn ku Rûsya bi hemû rê û rêbazan hewl dide jinûve rewabûna rejîma Sûriyê vegerîne, çi di Yekitiya Ereban de, çi jî li welatên rojavayî be. Bawer im ku hemû hewldanên wê dê vala derkevin.”

Ezam wiha nirxandina xwe dewam kir: “Hikumeta Şamê êdî tu sûdê ne li rojava ne jî li Îsraîlê dike, ji ber ku ew girêdayî Îranê ye û desthilata wê bajarê Şamê û gundewarên wê derbas nake. Her wiha ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin, heta li herêmên berava Sûriyê jî nayê qebûlkirin ku welatiyên wê jî wekî welatiyên li herêmên din ên di bin kontrola wê de xizan in.”

BÛYER BER BI KU VE DIÇIN?

Li ser pirsa gel ku bûyer ber bi ku ve diçin?, Ezam wiha got: “Hikumeta Şamê, Rûsya û Îranê ji bo başûrê Sûriyê û Siwêdayê bi taybet du plan amade kirine:

Plana A wiha ye; Derxistina şerekî hundirîn di navbera komên li Siwêdayê de, da ku zextê li şêx û saziyên parêzgehê bikin ku bixwazin ji b o vegerandina ewlehiyê hêzên hikumeta Şamê bikevin parêzgehê. Ev plan pir pasîv e, ji ber ku ji dema damezirandina komên li Siwêdayê ve bi tu komên din re neketiye şer, ew hemû yek in, erka wan jî parastina xak û namûsê ye. Helbet ne di vê qonaxê de ne jî di pêşerojê de wê şer di navbera wan de dernekeve.

Plana B jî wiha ye; Heke plana A bi ser neket, dê çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana rojhilat bi cih dibin êrişî derdorê parêzgeha Siwêdayê bikin, yan jî terorîstên ku Îranê û Hizbullahê wan perwrede dikin dê ji herêma El-Lucat a bakurê parêzgehê li pêş çavên Rûsya yan jî ji aliyê başûr ve wê rêxistina Şebab Sune ya berê ku di bin sîwana Feyleqa 5`an a Rûsyayê de ye êriş bikin.”

Semîr Ezam dauxyand ku heta ger ew yek pêk hat jî û ji hemû aliyan ve êriş li dijî Siwêdayê pêk hatin, di saetek an du saetan de wê şervanên Siwêdayê û şervanên Cermana û Eşrefiyê Sehnaya ya nêzî Şamê û şervanên Duriz ji gundewarên Quneytîrayê bi deh hezaran wê berê xwe bidin eniyên şer û bersiva terorîstan bidin, wê êrişên wan jî ji her demê bi hêztir têk bibin. Ji ber Siwêda xwedî hevalbendên herêmî yên bi hêz e.

(cx)

ANHA


Mijarên Din