Piştî El-Kazimî, li Iraqê xwepêşandan

Piştî 72 saetan ku hikûmeta Mustefa El-Kazimî serokê Wezîrê Meclisa Wezîran baweriya parlementoyê girt, li parêzgehên başûrê Iraqê şevê din xwepêşandan pêk hatin.

Li bajarên mezin ên parêzgehên başûrê Iraqê daketin qadan û hebûna"gendeliyan û dizan"di desthildariyê de û ne cezakirina wan, şermezar kirin.

Li gorî ajansa El-Someriye ku xwepêşandêran agir bi navenda berê ya rêxistina "Bedir" li parêzgeha Wasit xist. Her wiha rêya El-Diwaniyê – El-Necef a sereke bi dolabên şewitî, girtin û bi dehan xwepêşandêr li navenda Perwerdeyê navenda sereke ya xwepêşandêran li parêzgeha Kerbela, kom bûn.

Li gorî Komseriya Mafên Mirovan a hikûmetê ku li Bexdadê û nêzî 14 parêzgehên din ji destpêka Mijdara 2019`an xwepêşandan çêdibin û bangên hilbijartinên pêşwext û şerê gendeliyê hat kirin. Ji ber wê jî serokê wezîrê berê Adil Abdullmehdî istîfa kir û têde nêzî 550 kesî ku praniya wan di nava xwepêşandan de bûn hatin kuştin.

Di 7`ê Gulanê de hikûmeta serokwezîr Mustefa El-Kazimî piştî aloziyeke siyasî ku 10 mehan li welêt dewam kir, baweriya parlementoyê girt.

Ji destpêka istîfakirina Adil Abdullmehdî di Mijdara 2019`an de, El-Kazimî kesê 3`emîn ji bo avakirina hikûmetê tê erkdarkirin.

(bx)


Mijarên Din