Piştî Dêrazorê şêniyên Minbicê jî ji kampa Holê vegerîn warên xwe

32 malbatên ji şêniyên Minbicê yên koçber ên li kampa Holê vegerîn warên xwe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata êlên Sûriyê di 3’yê Gulana 2019’an de bi beşdariya 5 hezar şêx û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê li dar xist.

Biryareke komxebatê jî ew bû ku koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê ku tu têkiliyên xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re tune ne, vegerînin warên xwe.

Da ku biryarên komxebata êlan pêk were û piştî rûspî û şêxên êlan soz da, îro 32 malbat bi hejmara 126 kesan ji kampa Holê vegerîn bajarê Minbicê.

Bergiriyên birêkirinê û vegerandinê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û hin rûspî û şêxên êlan piştî temamkirina belgeyên sepandinê û wergirtina sozê ji hêla rûspî û şêxên herêmê ve, pêk hatin. Piştre dê koçberan vegerînin war û malbatên wan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya