Piştî civîna Astanayê topbarana Ii “herêmên bêçek” didome

Hêzên rejîma Sûriyê topbarana li ser “herêmên bêçek” didomîne. Cebel El-Ekrad, Sehil El-Xab û bejahiya başûr û rojhilatê Idlibê bi awayekî dijwar hatin topbarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro ji saetên berbanga sibê ve hêzên rejîmê dest bi topbaranê kir. Deverin ji eniya Kebanê, El-Xidir ên bejahiya bakurê Laziqiye, Diwêr El-Ekrad û eniya El-Surmaniye ên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê hatin topbarankirin.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê bi awayekî dijwar gund û bajarokên Kefer Nibul, Maret Hirme, Hîş, Kefer Sicne, Tirmile, herêmên din ên bejahiya başûr û başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Ji 13`ê Îlonê ve êrîşên bi balafiran hatine rawestandin.

(bx)


Mijarên Din