Piştî Cerablusê ala DAIŞ`ê li Efrînê jî hildan

Piştî ku li Cerablusê ala çeteyên DAIŞ`ê hate dîtin, vê carê li kantona Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, ala çeteyên DAIŞ`ê hate hildan. Bi vê yekê diyar dibe ku çeteyên DAIŞ`ê li wan herêman aktîf in.

Çavkaniyên ji Efrînê di demên berê de ragihandibû ku 30 çeteyên DAIŞ`ê di 11`ê Tîrmehê de ji aliyê Tirkiyê ve û bi rêya navçeya Şiyê derbasî Efrînê bûne.

Piştî wê, çavkaniyên ji Efrînê destnîşan kir ku rojane erebeyek ku ala çeteyên DAIŞ`ê li ser wê hatiye hildan, li nav Efrînê digere. Dîmenên wê erebeyê kete destê ajansa me ANHA`yê û ev yek diyar dike ku çeteyên DAIŞ`ê di Efrînê de hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çavkaniyeke din ji ajansa me re wêneyek şand ku tê de ala çeteyên DAIŞ`ê li ser erebeyeke çeteyan li bajarê Cerablusê diyar dibe. Ev yek jî nîşan dide ku herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bûne cihekî ewle ji çeteyên DAIŞ`ê re.

(bx)

ANHA


Mijarên Din