Piştî birîndarbûnê...ji qadên şer ber bi rêxistin û endaziyariya leşkerî ve

"Birîndarbûna min li pêş têkoşîna min nabe asteng. Eger hat xwestin, ez amademe çekê hilgirim û vegerim eniyên şer." Fermandarê YPG’ê Goran Kobanî bi van gotinan israr dike ku dê parastina xaka xwe bike.

Li gor hevpeyvîna berê ya ajansa bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê re pêk aniye, di şerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê, zêdetirî 11 hezar şervan şehîd bûn. Her wiha 24 hezar şervan birîndar bûn. Ji nava wan birîndaran, 5 hezar şervên xort û keç birînên xwe giran in. Piranî dest û pêyên xwe winda kirine.

Di Mala Birîndaran a li Qamişlo de zêdetirî 40 şervanên birîndar hene. Hin ji wan dest û pêyên wan qut bûne, hin çavên wan kor bûne. Hinek jî hem dest û pêyên wan qutbûne û çavên wan kor bûne. Lê astengdariya wan li pêşiya şervaniya wan nebûye asteng. Li rexê jî hin di civaka sivîl û di nava saziyên sivîl de dixebitin, mîna şervan û fermandar Goran Kobanî.

Goran Kobanî (30) fermandarê YPG’ê ye. Di şerên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûye. Li ser kusriyê, astengdariyê ye. Li mala Birîndaran a bajarê Qamişlo ye. Hestiyê pişta wî birîndar e. Bi wê re jî ji damara di stûna piştê de birîndar bû ye. Ji lew re nikare li ser pêyan bimeşe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD’ê Saziya Birîndarên Şer da ku piştevaniya şervanên birîndar bê kirin, ava kir. Ew jî li gor qanûnên navdewletî ye. QSD bi hemû rêbazan hewl dide pêdiviyên birîndarên xwe dabîn bike û her wiha jî şervanên birîndar derman bike da ku li jiyana xwezayî ya dûrî leşkeriyê, vegere.

Goran Kobanî di Adara 2013’an de beşdarî  nava refên YPG’ê bû. Piştre perwerde stand û beşdarî refên taybet ên Herêma Cizîrê bû. Tevlêbûna wî bi bîr û baweriyekê pêk hat da ku parastina herêmên Rojava bike. Ji ber çeteyên Cebhet El-Nusra êrîş pêk dianîn. Her wiha jî barê şoreşê û tevgera gelêrî ya ku li Sûriyê ji 2011’an ve dest pê kiriye, di xwe de dît.

Goran Kobanî di beşdariya hemleyên leşkerî yên YPG û YPJ’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê, dudilî nebû. Li gel hevalên xwe di ketîbeya Şehîd Rohat de li eniyên Til Elo, Kerhok, Yûsiviyê û Til Koçer di sala 2013’an şer kir. Her wiha di hemleya Til Hemîs ya Kanûna heman salê de û hemleya Tiwêne ya başur rojavayê Hesekê de jî şer kir. Ev hemû herêm jî li Herêma Cizîrê ne.

Goran Kobanî di 24’ê Kanûna 2013’an de di şerê kolana siyasî ya li bajarokê Til Hemîsê  birîndar bû. Di kemînê de birîndar bû. Guleyek di stûna piştê û damara stûnê de xwar. Di encamê de nikare bimeşe û felc bû. 3 hevalên wî di wê êrîşê de şehîd bûbûn.

Derbarê birîna xwe, bandora li jiyana takakesî û leşkerî de fermandar Goran Kobanî wiha got: "Di destpêkê de birîndariyê bandoriyeke neyînî li ser derûniya min kir. Ji ber ku min nikarî ji nûve beşdarî parastina herêmê bibama û ketim merheleyeke nû. Min pêşbîn nedikir ku wisa bibim. Lê piştre hêdî hêdî bi tevlibûna nava saziyên leşkerî yên ne di eniyên şer de, jiyana min hat guhartin. Piştre di nava saziya endaziyariya leşkerî û çêkirina avahiyên leşkerî de xebitîm."

Li rex xebata saziyên leşkerî yên rêvebertiyê, fermandar Goran hin tiştên li Mala Birîndaran bi rêxistin kirin. Her wiha jî di aliyê fikrî de di perwerdeyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî xebitî. Weke Cizîr, Kobanê û Efrîn. Birîndariya wî ti bandor lê nekir û her tim daxwaza vegera li nava refên yekîneyên leşkerî kir. Fermandar Goran got: "Di çi rewşê de dibe bila bibe birîna min li pêş têkoşîna min nabe asteng. Ez amademe çekê hilgirim û vegerim eniyên şer. Birîndariya min ne ku tê wateya kêmbûna derfetên min. Lê berovajî wê israr û vîna min di berdewama têkoşînê de bi rêyên rêxistin, perwerdekirin û tevalêbûna nava refên yekîneyên leşkerî zêde kir."

Saziya Birîndarên Şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saziyên girîntirîn ên moralê ne. Ji ber ku piranî kesên têde bi dilxwazî beşarî parastina herêmên xwe bûne. Ev sazî ji bo şêniyan pir bi nirxe. Gel serdan û piştevaniya saziyê dike.  

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din