′Piştî binketina dewleta Tirk li Garê siyasetmedaran dike hedef′

Malbatên şehîdên kantona Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina wê di êrişa li ser Garê de, siyasetmedar û girtiyên Kurd ên di zindanên wê de dike hedef.

Piştî binketina artêşa Tirk a dagirker di êrişên li ser Garê de, berê xwe dide girtina siyasetmedaran û hovîtiya xwe li Bakurê Kurdistanê li dijî girtî û siyasetmedarên Kurd ên di zindanên wê de, zêde dike.

Di vê çarçoveyê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Fethî Elî got dewleta Tirk ji berê de dijminatiya Kurdan dike, bi çekên giran êrişî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê ew bi saya îradeya gerîla bin ket û niha jî dest bi êrişên li dijî siyasetmedar û girtiyên Kurd ên di zindanên wê de, dike.

Fethî Elî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina siyasetmedar û girtiyên Kurd ên di zindanan de dixwaze berxwedana li dijî rejîma Tirk a faşîst lawaz bike û wiha domand: "Berovajî vê îradeya wan xurtir dibe. Têkoşîna di hundirê zindanên dewleta Tirk de bilindtir dibe. Ew bi vê yekê texmîn dike ku nuqteyên lawazbûnê di nava gelê Kurd de, dike hedef."

Fethî Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi hedefgirtina siyasetmedar û girtiyên Kurd re, dewleta Tirk îradeya gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Eyn Îsa, Dêrik û Minbicê dike hedef. Lê ew rastî berxwedaneke xurt ji aliyê gelê têkoşer ve tê. Lê Rûsya û dewletên navneteweyî der barê êrişên li dijî gelan bê deng in."

Fethî Elî tekez kir ku ew weke malbatên şehîdan dê têkoşîna li hember dagirker û rejîma Tirk a faşîst berdewam bikin û destnîşan kir ku divê gelê herêmê li hember pilanên ku li dijî wan tê kirin û çawaniya ku li hember wan bisekinin, hişyar bin.

Her wiha Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Mustefa Elûş jî wiha axivî: "Dewleta Tirk rejîma Hitler feriz dike. Zilmê dike û ji bilî desthilatdariyê tu tiştî nizane. Zilma xwe li dijî girtiyên siyasî yên Kurd dimeşîne. Lê siyasetmedar li hember dewleta Tirk li ber xwe didin û civaka navneteweyî li beramberî vê yekê bê deng e û ev yek eşkere dike ku civaka navneteweyî hevalbenda dewleta Tirk di zilm û desthilata ku bikar tîne."

Mustefa Elûş tekezî li ser berxwedana ji bo piştgirtiya girtiyên Kurd di zindanên dewleta Tirk de heta rizgarkirina wan kir û wiha domand: "Em ê bi hemû şêwazan destekê bidin berxwedana wan."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Emîna Mihemed jî ev tişt got: "Piştî ku dewleta Tirk di êrişên li ser herêma Garê de bi binket, berê xwe dide siyasetmedarên Kurd. Heger tenê wêneyekê bi cilên kurdî di telefona çi kesî de bibîne wî digire."

Emîna Mihemed pirsa kir ku gelo çima dewlet Tirk têkoşer Leyla Guven bêyî tu tawan û dadgehê girt û diyar kir ku dewleta Tirk gelê Kurd, îradeya wî û îradya jina azad dike hedef.

Di dawiyê Emîna Mihemed bêdengiya navneteweyî li beramberî sûc û êrişên ku dewleta Tirk li dijî Kurd û jina Kurd a têkoşer pêk tîne şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku destek û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kurd li Bakur Kurdistanê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din