Piştî bi Amerîka re lihev kir, Erdogan pişta xwe da Rûsya

Serokkomarê  Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got welatê wî tu caran îtirafê bi tevlêbûna Rûsya ya "Ne rewa" li Nîvgirava El-Qerem li Ukranya nake.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, axaftina Erdogan di civîneke çapemeniyê hevbeş bi serokê Ukranya Volodymyr Zelinsky re di hevdîtina dualî di kombûna serokatiyê li Enqerê pêk hatiye.

Ev guhertina di helwesta Tirkiyê de, piştî rojekê ji hevpeymana Amerîkî – Tirkî di avakirina "Herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Erdogan wiha domand: "Ez careke din ji serok Volodymyr Zelinsky re desteka me ji yekbûna siyasetê û xaka Ukranya di nav de El-Qerem teqez dikim. Tirkiyê tu caran îtirafê bi tevlêbûna Rûsya ya "Ne rewa" li Nîvgirava El-Qerem a Ukranya nake."

Xuya dike ku nakokiya di navbera Tirkiyê û Rûsya de li Sûriyê zêde dibe, ku Moskov desteka rejîma Sûriyê dike, lê Enqere desteka komên çete yên li herêma "Bê çek" dike û di nav de terorsîtên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku zêdetirî sedî ji 90 ji xaka Idlibê kontrol kiriye.

(jo)


Mijarên Din