Piştî aramiyeke kurt, dîsa li herêmên qaşo bêçek şer derket

Li herêmên qaşo bêçek piştî aramiyeke demkurt, roja çarşemê di dema êrîşên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de, balafirên rejîmê û Rûsyayê dîsa êrîş birin ser bajarê Xan Şêxûn ê başûrê bejahiya Idlibê.

Li herêmên qaşo bêçek, piştî çend saetên ji aramiya di şevê de, balafirên hêzên rejîmê û Rûsyayê dîsa êrîş pêk anîn. Vê sibê jî balafirên şer ên Rûsyayê li ser bajarê Xan Şêxûn ê başûrê bejahiya Idlibê gelek êrîş pêk anîn.

Ji aliyekî din ve jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku balafirên şer ên rejîmê li ser Meret Nûman, Erîha, Xan Şêxûn ên başûrê bejahiya Idlibê, El-Sermaniyê, Doyer Ekrad a Sehl Xab û eniyên Kebanê yên li bakurê bejahiya Laziqiyê, nêzî 15 êrîşên esîmanî pêk anîne û di encamê de li Meret Nûman birîndar çêbûn.

Her wiha li eniyên nêzî bakurê rojavayê bejahiya Hemayê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê werdigirin, topbaran çêbûn. Heta vê kêliyê agahiyên girêdayî windahiyên ne diyar in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, roja çarşemê hêzên rejîmê deverên li Barbo, Amîqiyê, El-Hoş, Hiweycê, El-Sermaniyê, Til Malih, El-Cibeynê, Morok a bejahiya Hemayê, Raşidîn û El-Mensûra ya rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 30`ê meha Hezîranê ve herêmên qaşo bêçek ji aliyê hêzên rejîmê û çeteyên ku dagirkeriya Tirkiyê destekê didê, rastî şer û bombebaranê tên. Di vê der barê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got hejmara kuştiyan gihaştiye 2 hezar û 667`an û di nav wan de 768 sivîl hene.

(eh)


Mijarên Din