Piştî agirbestê topbaran û li başûrê Sûriyê jî alozî

Li parêzgeha Deraa di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên ku navê “Berxwedana Gel” li xwe dikin de şer heye. Di heman demê de rewşa bêewlehiyê ku di encamê de bûyerên kuştinê yên kujerên wan nediyar, çêdibin. Li “herêma bêçek” jî tevî agirbestê topbaran dewam dike.

Li bajarê Senêmîn ê bejahiya Deraayê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên ku navê “Berxwedana Gel” li xwe dikin, ku di rojên dawîn de xwe ragihandin,  careke din şer rû da.

Şer bi taybet li taxa bakur a bajar rû da û çend saetan dewam kir. Têkildarî zirarên ku çêbûne, heta niha tu agahî nehatin ragihandin. Li tavahiya parêzgeha Deraayê jî tevlihevî heye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku çekdarên ji koma “Berxwedana Gel” di rojên dawîn de çalak bûne û kesekî bi Hizbullaha Lubnanê re kar dikir, bi awayekî veşartî li bajarokê Nehta yê bejahiya rojhilatê Deraayê kuştin.

Li Deraayê rojane bûyerên kuştinê yên kujerên wê nediyar, rû didin û teqîn bi taybet di nava îstixbaratên rejîmê de çêdibin.

Ji aliyekî din ve jî, tevî agirbestê li herêma bêçek, hêzên rejîmê piştî şeva înê herêmên li Zekat, derdora wê, Keferzêta û Letma yên bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî diyar kir ku zêdetirî 400 êrîşên bejahî di navbera rejîm û çeteyên Tirkiyê de li herêmên bêçek di 24 ji hevpeymana agirbestê de, çêbûne.

(kc)


Mijarên Din