Piştî 5 salan zaroka êzidî Melîke vedigere nav xizmên xwe

Rêveberiya kampa Holê zaroka êzidî Melîke Seed Dexîl radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir. Çavkaniyên ewlekariyê ji hundirê kampê û endamê Mala Êzidiyan diyar kir ku gelek sedem hene ku eşkerekirina çarenûsa jinên êzidî yên din asteng dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Sibata 2019`an de bajarokê Baxozê yê Dêrazorê rizgar kir. Piştî rizgarkirinê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê tevî malbatên xwe ji bajarok derketin. Beşeke kampa Holê ji bo jin û zarokên DAIŞ`ê hate veqetandin.

Di lêkolînên ku Mala Êzidiyan bi hevkariya rêveberiya kampa Holê kirine de, zêdetirî 54 jin û 179 zarok hatin rizgarkirin. Lêkolîn hîna jî berdewam e.

Çavkaniyekî ewlekariyê ji kampa Holê ragihand ku ew texmîn dikin ku hejmareke din ji jin û  zarokên êzidî di hundirê kampê de hene. Lê belê ji ber çavdêriya jinên DAIŞ`î ku nahêlin ew derkevin, wan nekarîn heta niha hemî jin û zarokên êzidî rizgar bikin.

JINÊN DAIŞ’Î JINÊN ÊZIDÎ DIKIN XIZMETKAR

Hate diyarkirin ku jinên DAIŞ`î yên li kampê hîna jinên êzidî ji xwe re wek xizmetkar bi kar tînin.

Piştî ku zaroka êzidî Melîke Seed Dexîl ku jineke DAIŞ`î ji xwe re wek xizmetkar bi kar dianî, hate dîtin, rêveberiya kampa Holê zaroka êzidî radestî Mala Êzidiyan a Hesekê kir.

Melîke Seed Dexîl (10) wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: "Beriya 5 salan çeteyên DAIŞ`ê dema ku êrişî Şengalê kir, ez revandim. Çeteyan bavê min kuşt û ez û dayika xwe û birayê xwe Ridwan birin maleke mezin. Piştre em bi erebeyan anîn bajarokê Hecîn ê Dêrazorê."

Melîka bi domdarî got: "Piştî salekê, dayik û birayê min ê biçûk di bombebarana li ser mala ku em li bajarokê Hecînê lê diman de, hatin kuştin. Ji malbata min kesek ji bilî min nema. Piştî ez anîm nexweşxaneyê û derman kirim, yek ji jinên çeteyan ez birim gel xwe. Heta ku em hatin vê derê ez pê re mam. Ew jin ji bajarê Humis ê Sûriyê bû."

Melîke got ew dixwaze vegere Şengalê da ku bi xizmên xwe re bijî û ji çeteyên DAIŞ`ê ku malbata wê kuştin, xilas bibe.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê şaxê Hesekê Mehmûd Reşo jî têkildarî mijarê wiha axivî: "Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê, malbata Melîke yek ji malbatên ku çeteyan li dijî wan kuştin û revandin, pêk anîbû. Çeteyan malbat birin herêmên Sûriyê ku dagir kirine."

‘LI KAMPA HOLÊ ÛIDLIBÊ GELEK JINÊN ÊZIDÎ DI DESTÊ ÇETEYÊN DAIŞ`Ê DE HENE’

Der barê çawaniya dîtina zaroka êzidî de Reşo wiha got: "Heta ku em keçên êzidî dibînin, em gelek dereng dimînin. Ji ber ku em xwe dispêrin hin çavkaniyan. Melîke bi taybet bi rêya jineke êzidî ku ji çeteyan hate rizgarkirin, hate dîtin. Bi rêya wê jinê û bi alîkariya hêzên ewlekariyê yên kampê em gihîştin konê Melîkeyê."

Ji bo sedema derengmayîna eşkerekirina çarenûsa jinên êzidî yên din û derxistina wan ji kampê, Reşo ev tişt gotin: "Sedema sereke guhertina navên wan in û bandora mezin a jinên DAIŞ`î li ser zîhniyeta wan. Her wiha gelek jinên êzidî li gel malbatên çeteyan hene ku wan ditirsînin û hebûna wan eşkere nakin."

Mehmûd Reşo diyar kir ku çeteyên li kampa Holê jinên êzidî heta niha wek "kole" ji xwe re dibînin, ji ber ku ew fêrî vê çand û exlaqê bûne.

Piştî ku Melîke nîşanî bijîşkan kirin, Mala Êzidiyan dê zaroka êzidî radestî xizmên wê li Şengalê bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din