Piştî 5 sal di ser komkujiyê re derbas bû, 3 hezar jin û zarok hatin rizgakirin

Çeteyên DAIŞ’ê beriya 5 salan 6 hezar û 417 jin û zarok ji Şengalê revandin. YPJ 3 hezar jin û zarok ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hê jî çarenûsa yên dîtir ne diyar e. Tevgera Jinên Şengalê xebatên xwe yên ji bo qezenckirina jinên ku hatîne revandin didomîne. Jin di aliyê çandî û olî de perwerde dike.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Bi hezaran kes bûn qurbanî. Di komkujiyê de herî zêde jin hatin hedefgirin. Bi hezaran jin hatin revandin, rastî destdirêjiyê hatin û li sûkan hatin firotin. Ji lew re bi hezaran jin neçar man ku koçî çiyayên Kurdistanê û herêmên Rojava bibin.

Di êrîşên li ser Şengalê de gelek çekên giran ên ku çeteyan ji Mûsilê wergirtin, bikar anîn. Şêniyên Şengalê ji vê êrîşa hovane re ne amade bûn. Lewre çarenûsa wan kete destê hêzên “Pêşmerge” yan de. Lê belê hêzên “Pêşmerge” yan ji nuqteyên xwe vekişîn û gelê Êzîdî yên Şengalê hiştin ji DAIŞ’ê re.

Wek fermanên din ên li ser gelê Êzîdî vê komkujiyê jî rûpelek bi êş di dîrokê de hişt. Ev êrîş bû Fermana 74’an a ku li ser gelê Êzîdî pêk hat. Kesên ji komkujiyê rizgar bûn, ji bilî rêya ber bi çiyayên Şengalê ve tu rê nedîtin. Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê li dijî êrîşên hovane singa xwe kirin sîper. Piştre korîdoreke ewle di navbera herêmên Rojava û çiyayên Şengalê de vebû. Wê jî hişt ku bi hezaran Êzîdî ji mirina bêçare, rizgar bibin.

Hedefa bingehîn a destpêkirina hemleya Xezeba Fratê, rizgarkirina jinên Êzîdî bû

YPG/YPJ û YBŞ’ê ji bo tola jinên Êzîdî hilînin, hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di 10’ê Mijdara 2016’an de destpê kir. Piştre li bajarê Tebqa û ber bi naveda bajarê Reqayê ve çûn ku çeteyan ji xwe re paytexta xîlafetê didîtin. Bi hemleya Bagera Cizîrê ya li Dêrazorê re êdî çeteyên DAIŞ’ê têk çûn. Bi wê re jî zêdetirî 3 hezar jin û zarokên Êzîdî hatin rizgarkirin û radestî Mala Êzîdî ya li herêma Cizîrê, Desteya Jinan a kantona Cizîrê û Meclisa Şengalê hatin kirin. Da ku radestî malbatên wan bên kirin.

Jinên rizgarkirî waneyên fikrî distînin da ku carek din bikevin nava civakê

Tevgera Jinan a Şengalê xebata tevlêkirina jin û zarokên Êzîdî yên rizgarkirî ya civaka Êzîdî dike. Li ser wê bingehê hevseroka Meclisa Mala Êzîdî ya Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm got: “Ji bo jinên ku hatine rizgarkirin ked û xebatê dikin. Da ku ji rewşên tirs û derûniya ku çeteyên DAIŞ’ê di wan de çandiye, derkevin."

Leyla Îbrahîm diyar kir ku jin waneyên fikrî, çandî û olî yên girêdayî olên wan dibînin da ku ji nû ve beşdarî civaka Êzîdî bibin û kevneşopiyên xwe yên rojane pêk bînin.

Leyla Îbrahîm diyar kir ku ew hikumeta Iraqê şermezar dikin, ji ber ku erkên xwe yên li hemberî Êzîdiyan pêk nanîne. Leyla got: “Heta niha hikumeta Iraqê erkên qanûnî yên li hember Êzîdiyan pêk nanîne. Ji  ber ew jî berpirsiyarê qeydkirina êzîdiyên ku di gorên komî de winda bûne ye.”

 Jinên Êzîdî piştî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin veguhastin Idlibê

Leyla Îbrahîm got: “Piştî QSD’ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Çeteyan jinên Êzîdî ber bi Idlibê ve rêkirin. Ev agahî jî bi daxuyaniya şaneyekî çeteyên DAIŞ’ê yê ku ji hêla QSD’ê hatiye girtin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din