Piştî 22 rojan li “herêmên bêçek" balafirên Rûsyayê

Li “herêmên bêçek" piştî 22 rojan balafirên Rûsya vê sibê gundên Belîsiyê û Til Exer ên li nêzî eniyên Ketîba Mehcûr ên li rojhilatê bejahiya Idlibê bombebaran kirin û hêzên rejîmê jî başûrê bejahiya Idlibê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê balafirên şer ên Rûsyayê gundên Belîsiyê û Til Exer ên nêzî eniyên Ketîba Mihcûr ên li rojhilatê bejahiya Idlibê bombebaran kirin û heta niha agahiyên ziyanan ne diyar in.

Li “herêmên bêçek" ev 22 roj e ku balafirên Rûsya êrîş pêk neanîbûn.

Di heman demê de hêzên rejîmê bi topavêjên giran bajarokê Herazîn ê li başûrê bejahiya Idlibê topbaran kiribû û encamên ziyanan ne diyar in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku li eniyên bakurê bejahiya Hemayê di encama şerê komên çeteyan ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin û hêzên rejîmê de, efserekî hêzên rejîmê hate kuştin.

(eh)


Mijarên Din