Piştî 12 salan wezîrekî Misirê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî gihaşt Balafirgeha Şamê. Piştî 12 salan ev serdana yekemîn a rayedarên Misirê bo Sûriyeyê ye.

Samih Şukrî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji aliyê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad ve hat pêşwazîkirin.

Îro desthilata Misirê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî, wezîrê karên derve erkdar kiriye ku serdana Sûriye û Tirkiyeyê bike û piştî erdheja 6`ê Sibatê piştevaniyê bide her du welatan.

Serdana Şukrî bo Şamê piştî peywendiya telefonê ya Ebdulfettah Sîsî û Beşar Esed pêk tê.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê de (2011) ev cara yekemîn e ku wezîrê karên derve yê Misirê serdana Sûriyeyê dike.

Duh jî hejmarek serokên parlamento û şandeyên beşdarî Kongeya Yekitiya Parlamentoya Ereban bûbûn, gihaştibûn Şamê.

Ev serdan di demekê de pêk tê ku Beşar Esed hê jî di qada dîplomatîk de îzolekirî ye û endamtiya Sûriyeyê di Yekitiya Ereban de ji 2011`an de rawestandî ye.

(cx)


Mijarên Din