Pisporên NY`ê: Dewlet û di nav de jî Tirkiyê qedexeya çekan li ser Lîbya binpê dike

NY`ê got, gelek dewlet di nav de jî Tirkiyê biryara qedexekirina çekan li ser Lîbyayê, binpê kir.

Li gorî rapora pisporên NY`ê ku amade kiriye, Urdin, Îmarat û Tirkiyê "Bi awayekî rûtînî û carnan eşkere bi hinek ked da ku çavkaniyê veşêre, çek peyda kirin.".

Li gorî raporê, Tirkiyê desteka hêzên bi navê Hikumeta El-Wifaq ku komên radîkal di nav xwe de dihewîne, dike. Tirkiyê alavên leşkerî ji panzêran heta balafirên bêpîlot pêşkêş kirin.

Rapora pisporên NY`ê ku di 29`ê Cotmehê de ku radestî dewletên endamên Meclisa Ewlehiya Navneteweyî hate kirin wiha tê de hatiye nivîsîn: "Her du aliyan çek, alavên leşkerî û piştevaniya pîşeyî wergirtine.. ew yek jî qedexeya çekan binpê dike."

Koma pisporan wiha got: "Gelek kiryar hatin diyarkirin, ku gefan li ewlehî û aştiya li Lîbya dixwe."

(jo)


Mijarên Din