Pisporê aboriyê: Piştevaniya bazirganî û projeyan dê aloziya aborî sivik bike

Pisporê aboriyê Mistefa Xelîl got: “Rêveberiya Xweser dikare rolekê di sivikkirina aloziya aborî de, bi rêya piştevaniya proje û dayîna şansekê ji fînansan re di avakirina projeyên endustirî û bingehîn de, bilîze. Da ku derfetên xebat ên mezin biafirîne. Hilweşîna aboriya Sûriyê ji ber encamên siyasetên çewt ên hikumeta Sûriyê ye.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê 2011’an û heta roja îro aboriya Sûriyê li ber têkçûyînê ye. Lê belê bi sala 2020’an re bi awayekî mezin hilweşî û nirxê xwe winda kir. Bi wê re jî bandoreke neyênî li rewşa jiyanî ya şêniyên sûrî kir.

Di vê çarçoveyê de ANHA’yê hevpeyvînek bi pisporê aboriyê Mistefa Xelîl re çêkir.

Têkildarî mijarê Mistefa Xelîl wiha got: "Sûriye, beriya şer yek ji  dewletên xizan bû û hewcedariya wê bi hikumeteke durist hebû. Lê belê piştî şer bi şêweyekî giştî ji aliyê aboriyê ve ber bi hilweşînê ve çû. Ew jî bi sedema aloziya ku şer bi xwe re aniye û hê jî heta roja îro dewam dike, ye. Li aliyekî din jî sizayên ku li dijî dewletê hatine ferzkirin bandoriyeke mezin di helweşîna aboriya dewletê de çêkirin."

‛GEL FATOREYA NAKOKIYAN DIDE’

Xelîl axaftina xwe wiha domand: "Gelê Sûriyê tenê fatoreya nakokiyên di navbera dewletên derve û sermayedaran hikumetê de dide. Tu derhatinên hikumetê ji darayiyên di xezîneyên wê de nemane ku li sûkê mezaxt bike. Bi taybet jî piştî ku gelek herêmên petrolê jidest da.”

Hikumeta Sûriyê pişta xwe da Îran û Rûsya da ku li hember aloziya ku Sûriye daye ber xwe bisekine. Lê belê her du welat jî ji sizayan azaran dikişînin, her wiha zirarên aborî ku dewleta Sûriyê di şer de kişandine têrê dikin ku bi yekemîn fişareke navdewletî li dijî Sûriyê re hilweşe.

Mistefa Xelîl got: “Cudahiyeke mezin di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên rejîm de heye. Herêmên rêveberiyê ji aliyê jiyanî û wergirtina mûçeyan ve ji herêmên rejîmê baştir in. Lê belê ev jî ne ku tê wateya herêmên rêveberiyê bi aloziya hilweşîna pereyê Sûriyê re bandor nebûye.”

‛ÇARESERÎ DI LIHEVKIRINA SIYASÎ YA ALIYÊN HUNDIRÎN DE PÊKAN E’

Pisporê aboriyê Mistefa Xelîl destnîşan kir ku ew nikarin pirsgirêka aloziya Sûriyê paşguh bikin û wiha pêde çû: “Aloziya aborî dê bi lihevkirinên siyasî yên hindurîn û bi erêkirina navnetewî were derbaskirin. Wê demê dikarin li hember pirsgirêka aborî bisekinin û bi rêyên guncaw çare bikin."

Êdî gelê Sûriyê ji ferzkirina DYA’yê ya qanûna Qeyser(Sêzer) a li dijî hikumeta Sûriyê natirse, ji ber gel li ber mirina aboriyê bi hevrûkirina bi aboriyên dewletên dîtir ên cîhanê re ye.

‛PEYDAKIRINA SERMAYEDAR Û DABÎNKIRINA ŞANSAN JI FÎNANSMENAN RE’

Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber aloziya ku welat tê re derbas dibe pir bandor bû. Lê di heman demê de Rêveberiya Xweser dikare roleke aktîf di sivikkirina rêjeya vê aloziya aborî ku herêmê tê re derbas dibe bilîze û bar li ser şêniyan bi rêya piştevaniya proje û dayîna derfetan ji fînansmenan re di avakirina projeyên endustirî û bingehîn ên afirandina şansên ji bo xebatê de, sivik bike.”

Xelîl bal kişand ku pêwîst e piştevaniya bazirganiya serbest û fînansmenan di dayîna pereyan de bi rêya odeyên endustirî û çandinî tevî ferzkirian baçeyên sûda wê ji rêveberiyê diçe, bê kirin. Her wiha divê derfet ji bazirganan re bê hêsankirin û bihêlin made û pêdiviyan ji derveyî herêmê bîne da ku cureyekê ji aramî di kêmbûna made û berhema herêmê de biafirînin.

Di dawiyê de Mistefa Xelîl bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku pêwîst e lêvegerek li ser mijarên aborî bê çêkirin, ji ber ku ew hêza ku herêmê bi rê ve dibe û pêkanîna gelek mijarên piştevaniya aborî û afirandina cureyek ji aramî li herêmên Rêveberiya Xweser li ser pişta wê ye û piştrast kir ku rêveberî dikare vê yekê pêk bîne.

Pisporên aboriyê dibînin ku divê Rêveberiya Xweser pişta xwe bide planên sazûmenî û planên erkdarî heke bixwaze dolaba aboriyê bilez bigerîne. Planên erkdarî ew e ku rêya hin projeyên zirarê digihînin aboriyê sererast dikin û planên sazûmenî makanîzmeya aboriya kevn bi pergala aboriya nû diguhere.

(fr)

ANHA


Mijarên Din