Pirtûkxaneya Serdemê meqseda zarokên Efrînî ye

Zarokên di kampa Serdemê ya kantona Şehbayê de dimînin, dema xwe li pirtûkxaneya Serdemê bi xwendina pirtûkan derbas dikin.

Zarokên kantona Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û komên çete berî dane Şehbayê sala duyemîn a perwerdeyê di koçberiyê de derbas kirin.

Bi dawîbûna sala xwendinê re, zarokên kampa Serdemê diçin pirtûkxaneya Serdemê ya beriya çend mehan ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê ve hate vekirin û dema xwe ya vala bi xwendina pirtûkan derbas dikin.

Rojane zarokên kampê berê xwe didin pirtûkxaneya Serdem da ku pirtûkan bixwînin. Zarok li qada pirtûkxaneyê li siya daran rûdinin û dema xwe ya vala di xwendinê re derbas dikin.

Rêveberiya pirtûkxaneya hewl dide atmosfêreke guncaw ji zarokan re peyda bike û pirtûkan li gorî temenên wan dabîn dike.

Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên ji mijarên cuda hene, girêdayî hînbûna ziman, pirtûkên dîrokî û çîrokên bi wêne bi zimanê kurdî û Erebî û gelek pirtûkên din peyda dibin.

Zarokên bi navê Emîne Hiso, Nebo Mihemed û Emîne Ebdo ji ANHA`yê re gotin ew diçin pirtûkxaneyê da ku demên xwe yê vala di pêşxistina behreyên xwe di xwendinê û girtina zanistê de derbas dikin.

Rêveberiya pirtûkxaneyê jî hewl dide zarokan li ser xwendinê û rêxistinkirina demên wan teşwîq dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din