Piraniya dewletên Yekitiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Yekitiya Ewropayê bang li dewletên endam kir ku biryarên xurt têkildarî rawestandina firotina çekan ji dewleta Tirk re bidin. Her wiha banga rawestandina êrîşa dewleta Tirk û vekişîna wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ajansa Associated Press ragihand ku komê di daxuyaniyeke hevpar de di civîna wezîrên derve ya li Luxembourg  de got: “Yekitiya Ewropayê êrîşa leşkerî ya dewleta Tirk şermezar dike. Ev êrîş ewlehiya herêmê dike xetereyê. Êrîşa dewleta Tirk azarên sivîlan li Sûriyê zêde dike û gihandina alîkariyan asteng dike.” Her wiha diyar kir ku êrîş derfeta gihandina çareseriyeke siyasî ya serkeftî ji bo şerê Sûriyê qels dike.

Komê banga rawestandina êrîşan û vekişîna hêzên artêşa Tirk a dagirker ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Yekitiyê banga lidarxistina civîneke wezîran a girêdayî DAIŞ`ê jî kir.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas êrîşa dewleta Tirk wek berovajîkirina rewşa Sûriyê ji binî ve hesiband û got astengiyên nû ji nakokiyê re derdixe. Maas ji rojnamevanan re got: "Tişta ku em jê bi fikar in û bi rastî dibînin, ew e ku dê striya DAIŞ`ê bi hêz bike. Helbet divê em nahêlin wisa bibe."

Almanya û Fransa bi rastî çekên ku difirotin dewleta Tirk rawestandin. Heiko Maas destnîşan kirk u Yekitiya Ewropayê bi hewceya yekitiya daxwazê li hemberî Enqereyê ye.

Wezîrê akrên derve yê Spanyayê Josep Borel jî got ew desteka rawestandina firotina çekan ji dewleta Tirk re dike.

(şx)


Mijarên Din