Pira Şehîd Husên El-Kemaz a li Dêrazorê ji nû ve kete xizmetê

Desteya Xizmetguzariyan a Dêrazorê Pira Şehîd Husên El-Kemaz (Wadî El-Newam) li pêş tevgera erebeyan piştî 3 mehan ji sererastkirinê, vekir.

Pira Şehîd Husên li bajarokê Cezra yê li gundewarên rojavayê Dêrazorê ye û herêmên Dêrazorê bi hev ve girê dide û nuqteya sereke ya çûn û hatinê di navbera gundên El-Bo Şems û Keber de ye.

Bi sedema rûdanên li herêmê, pir hat wêrankirin û piştre parçeyên jê mane lehiyan dan ber xwe. Her wiha bi wê re jî xelekek li xelekeyên azarên şêniyan bi hatina zivistanê ya baran, lehî û heriyê zêde bû. Ji ber xirabûna pirê şênî rûbereke dirêj qut dikin da ku derbasî aliyê din bibin.

Îro Desteya Xizmetguzariyan bi beşdariya desteyan, Buroya Têkiliyan a Meclisa Sivîl, endamên Şaredariya Cezra û malbatên şehîdan, Pira Şehîd Husên El-Kemaz, vekir.

Desteya Xizmetguzariyan bi hevkariya Şaredariya Cezra ji nû ve pira ku tê de xebat 3 mehan ji destpêka ve dom kiriye, vekir û her wiha li sererastkirina wê 55 milyon lîreyên Sûriyê çû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din