Pira Cûdî ya Qamişloyê tê sererastkirin

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Qamişloyê dest bi sererastkirina pira Cûdî ya li deriyê rojhilat a bajarê Qamişlo kir û her wiha dest bi çandina daran li her du aliyên pirê kir.

Desteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Qamişloyê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir.

Piştî bidawîkirina çêkirina pira Cûdî, şaredariyê dest bi paqijkirina naverastên rêyan ji giyayên nebaş kir, ax jî li ser rêzekî li her du aliyên pirê belav kir û dar lê çandin.

Rayedara desteyê Hediya Yûsif ji ajansa me re ragihand ku xebata projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin û diyar kir ku wan ji nêzî 15 rojan ve dest bi çêkirina pira Cûdî kiribû û di heman demê de li her du aliyên pirê nêzî 60 dar çandin.  

Hediya Yûsif diyar kir ku piştî bidawîkirina çêkirina pira Cûdî,  ew ê dest bi sererastkirina çerxerêya Navkurê ya li deriyê rojava yê Qamişloyê bikin.

ANHA


Mijarên Din