Peymangeheke Almanyayê îdiayên Erdogan derewandin

Peymangeheke Almanyayê der barê hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê de encamên lêkolîneke xwe diyar kirin. Encamên wê ne li gorî hejmara fermî ya Tirkiyê ne, bi taybet îdiayên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Li gorî lêkolîneke Almanî ku hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dibe ku kêmtirî hejmara ku bi awayekî fermî hatiye ragihandin.

Hikumeta Tirkiyê û saziyên girêdayî komseriya NY`yê ya penaberan dibêjin ku nêzî 3,6 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê hene.

Lê peymangeha "Dezim" a Almanyayê roja duşemê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku hejmara penaberan nêzî 2,7 milyon Sûrî ye.

Peymangeh ku beşek ji Navenda Lêkolîn û Penaberiyê ya Berlînê ya Almanyayê ye, destekê ji Wezarata Malbatê ya Almanyayê werdigire.

Li gorî lêklonîna peymangehê, penaberên ku vegeriyane Sûriyê yan jî yên ku derketine derveyî Tirkiyê, navên wan hîn nehatine rakirin.

Li gorî raporê,  ji destpêka aloziyê ve, herî kêm 984 hezar û 500 kesên ji Sûriyê, ji Tirkiyê derketine û vegerîne Sûriyê yan jî çûne dewletên Yekitiya Ewropayê û dewletên din.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, gef li Ewropayê xwar ku ger Ewropa destekeke zêde ji bo hewandina penaberan pêşkêş neke, ew ê sînorê xwe ji penaberan ber bi Ewropayê ve veke.  Vê lîstoka penaberên Sûriyê, Erdogan her ji bo bidestxistina destkeftiyên madî û siyasî bi kar tîne.

(bx)


Mijarên Din