'Peymana têkildarî Şengalê planeke dewleta Tirk e'

Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Hîşam Ehmed diyar kir ku peymana derbarê Şengalê de hatiye îmzekirin yek ji planeke dewleta Tirk e û li ser êzidiyan xeter e. Ehmed got: "Çi peyman bêyî îradeya êzidiyan were îmzekirin em îtîrafê pê nakin."

Hikumetên Bexda û Hewlêrê di 9'ê Cotmehê de peymanek li ser rêvebirina Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrînên xelkê Şengalê bistîne.

Li ser vê mijarê, Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Hîşam Ehmed ji ANHA'yê re axivî û got: "Her peymaneke ku bêyî nêrîna me were girtin em îtîrafê pê nakin."

Ehmed êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê bi bîr xist û diyar kir ku wê demê Şengalê di bin serweriya Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê de bû, dema çeteyên DAIŞ'ê êriş kir hêzên Pêşmerge û hikumeta Iraqê reviyan.

Li gorî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê çeteyên DAIŞ'ê 2 hezar û 213 Êzidî qetil kirin, zêdeyî 390 hezar li Başûrê Kurdistanê û Rojava derbeder kirin, her wiha 6 hezar û 417 jin û zarok revandin.

Ehmed destnîşan kir ku PDK'ê fermana dawî ya li ser civaka Êzidî berpirsyar e.

Ehmed diyar kir ku peymana di navbera Bexda û Hewlêrê li dijî îradeya gelê Êzidî ye û wiha got:"Çi peyman ku îradeya civaka Êzidî neyê girtin em qebûl nakin. Ev peyman planeke dewleta Tirk ji bo vejandina çeteyên DAIŞ'ê ye, ji ber ku DAIŞ'ê hîna bi dawî nebûye."

Hîşam Ehmed diyar kir ku peyman û êrişên 2014'an ên li ser Şengalê ji bo derxistina fitneyê û xirabkirina ewlehiya herêmê ye, her wiha got: "Em piştgiriyê didin hêzên ku gelê me parast û herêmên me rizgar kir ku bi aramî bijînin."

Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Hîşam Ehmed bang li civaka navneteweyî hikumeta Iraqê û PDK'ê kir ku "Her lihevkirinek derbarê rêvebirina Şengalê de divê bi îradeya gelên Şengalê be, ne wisa be em îtîrafê pê nakin."

ANHA


Mijarên Din