Peymana Sedsalê... Îsraîl jê razî ye, Filistîn red dike

“Peymana Sedsalê” ku serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo lihevkirina Îsraîl û Filistînê ragihandiye, refleksên cuda derxistin holê.

Serokê Amerîkayê tevî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke çapemeniyê de li Koşka Spî roja sêşemê, plana xwe ya aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de ragihand.

Trump wiha got: "Plana aştiyê li Rojhilata Navîn çareseriyeke mentiqî ji her du dewletan re datîne. Dê erdên dewleta Filistînê ya pêşerojê ‘bi hev ve girêdayî bin’."

Trump wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev cara yekê ye ku Îsraîl nexşerêya ji bo plana aştiyê ya Îsraîl û Filistînê, qebûl dike."

Piştî axaftina Trump, der barê mijarê de gelek refleks derketin. Şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner ku garantorê vê planê ye, êvara sêşemê tekez kir ku plana Trump tekane rê ye da ku gelê Filistînê xwedî dewlet bin. Her wiha destnîşan kir ku Amerîkayê planeke mentiqî ji bo çareseriyê pêşkêşî Filistînê kiriye.

ÎSRAÎLÊ PLAN QEBÛL KIR 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pesnê plana serokê Amerîkayê ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn de û wiha got: "Ev plan rê li pêşiya çareseriyeke mentiqî ji bo pêkanîna aştiyeke daîm li herêmê vedike."

Wekî bersivdayîna plana aştiyê ya Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn, serokwezîrê Îsraîlê bang li neteweperestên radîkal kir ku jîngehên li Difa El-Xerbiye yekser girêdayî erdên xwe bikin.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê jî Naftali Bennett jî wiha got: "Ev pêşniyar fersendeke nû ji bo diyarkirina erdên welatê me Îsraîlê ye. Her wiha jîngehên Îsraîlê yên li erdên Îsraîlê dike bin serweriya dewleta Îsraîlê."

Bennett ku yek ji bazên partiya "Yemîne" ya neteweyî ye, wiha lê zêde kir: "Îsraîl nikare heta piştî hilbijartinan bisekine. Her wiha serweriyeke kêm qebûl nake. Bila em niha serweriyeke tam bi dest bixin."

REDKIRINA FILISTÎNÊ

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas roja sêşemê nerazîbûna xwe ji plana aştiyê re ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, tekez kir û wiha got: "Peymana sedsalê dê pêk neyê."

Ebas di civîneke çapemeniyê de ku li Ramellahê li dar xist, wiha got: "Quds ne ji bo firotinê ye." Her wiha diyar kir ku komplo dê pêk neyê û gelê Filistînê dê red bike.

EWROPA, RÛSYA Û EREB: EM Ê PÊŞNIYARAN LÊKOLÎN BIKIN

Li Ewropayê jî, serokwezîrê Brîtanyayê wiha got: "Projeya aştiyê ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ji bo çareseriya di navbera Îsraîl û Filistînê de ye û dibe ku bibe gaveke baş."

Her wiha Parîsê jî diyar kir ku çareseriya her du dewletan li gorî qanûna navneteweyî û standartên navneteweyî yên naskirî girîng e ji bo aştiyeke adil û dayîm li Rojhilata Navîn.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî bi helwesteke kurt wiha got: “Tekane rêya bidawîkirina aloziya Îsraîl û Filistînê ew e ku her du alî çareseriyê qebûl bikin.”

Her wiha berdevkê sekreterê giştî yê NY`yê di daxuyaniyekê de piştî ragihandina DYA`yê ya projeya aştiyê li Rojhilata Navîn, wiha got: “Sekreterê giştî Antonio Guterres soz dide ku bi Îsraîl û Filistînê re bibe alîkar ku bigihîje aştiya li gorî biryarên navneteweyî, qanûna navneteweyî, hevpeymanên dualî û dîtina her du dewletan bingeha sînorên berî 1967’an.

Wezîrê karên derve yê YE`yê Josip Borel di daxuyaniyekê de wiha got: "Yekitiya Ewropayê dê pêşniyarên heyî lêkolîn bike û binirxîne."

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov wiha got: "Divê rewatiya dan û standinên rasterast ji bo gihandina çareseriya her du aliyan bê kirin. A girîng ku filistinî û Ereb nerînên xwe bidin." Her wiha anî ziman ku Moskov dê projeya Amerîkayê lêkolîn bike.

Misir bang li gelê Filistîn û Îsraîlê kir ku lêkolînê der barê projeya aştiyê de ku ji aliyê Donald Turmp ve hat ragihandin, bikin û bi sponserisya Amerîkayê dîsa dest bi lihevkirinan bike.

Wezareta Karên Derve ya Misirê jî wiha da zanîn: "Misir xebatên rêveberiya Amerîkayê ji bo aştî û çareseriya doza Filistînê, pîroz dibîne, xebatên wê alîkariya aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn dike û şerê Filistîn û Îsraîlê bi dawî dike."

Wezareta Karên Derve ya Urdunê roja sêşemê tekez kir ku ew avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe û paytexta wê Quds a Rojhilate girêdayî ye û wiha got: "Ev yek rêya aştiyê ye."

Sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyiz roja çarşemê anî ziman ku xwendina destpêkê ya projeya serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo aştiya li Rojhilata Navîn destnîşan dike ku mafên rewa yên gelê Filistînê binpê dike.

(ekîb)


Mijarên Din