'Peymana li ser Şengalê wê bandorê li Rojava bike'

Şêniyan gotin, her komploya li ser Şengalê wê bandorê li Rojava bike û diyar kirin ku armanca lihevkirina Hewlêr- Bexdayê sîstema Rêveberiya Xweser e.

9'ê Cotmeha borî, hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê û bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ji bo kontrolkirina Şengalê li hev kirin.

Civaka êzidî û gelê kurd bi giştî vê lihevkirinê wekî fermana 74'an dihesibînin, nemaze ku hikumeta Iraqê derdora 10 hezar leşkerên xwe ber bi sînorê Şengalê ve bi rê kir.

Jina bi navê Zindan Hiso ya ji navçeya Dirbêsiyê got: "Tişta ku hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şengalê dikin, armanc jê derbekirina sîstema Rêveberiya Xweser e ya ku xelkê Şengalê ava kir. Tê zanîn ku PDK'ê ew wekî pariyekî hêsan ji DAIŞ'ê re hiştibûn."

Zindan lihevkirina li ser Şengalê bi "Destpêka derbekirina Rêveberiya Xweser a Rojava" bi nav kir û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta me ji van êrişan re zelal e. Em vê qebûl nakin, em ê têbikoşin heta biryara xwe rast bikin."

Şêniyê bi navê Idrîs Hisên îşaret bi planên Enqerê yên li ser Şengalê kir û ev tişt got: "Nêçîrvan Barzanî piştî serdana Tirkiyê kir bi planeke nû li ser xelkê Şengalê vegeriya. Xelkê Şengalê xwe bi rêxistin kir û di oxira rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ'ê de bi sedan şehîd dan. "

Hisên got: "Dixwazin îradeya şêniyên Şengalê bişkînin."

Silêman Hac Elî jî got ku planeke nû ji bo tasfiyekirina gelê kurd heye û wiha domand: "Hewl didin bi rêbazeke din û bi rêya derbaskirina hêzên leşkerî bêyî ku nêrîna xelkê Şengalê bigirin fermana 74'an pêk bînin."

Hac Elî bang li gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê kir ku li hemberî planên li ser Şengalê bisekinin.

Niman Erebî jî îşaret bi bandorên muhtemel ên lihevkirina li ser Şengalê û bandora wê li Rojava kir û got: "Tişta ku li Şengalê çêdibe wê li Rojava jî çêbibe ji ber ku sîstema Rêveberiya Xweser dikin armanc."

(bb)

ANHA


Mijarên Din