'Peymana Bexda-Hewlêrê fermanek nû li djiî êzidiyan e'

Êzidiyên li Helebê peymana di navbera hikumetên Iraq û Hewlêrê de ya têkildarî Şengalê şermezar kir û da zanîn ku liv û tevgera hikumeta Iraqê wekî fermaneke nû ya li dijî êzidiyan e.

Civaka êzidî li tevahiya cîhanê peymana di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê de şermezar dikin, ji ber ku bi vê peymanê dixwazin vîna êzidiyan tune bikin û Rêveberiya Xweser a ku Şengalê êzidî bi xwe ava kiriye, têk bibin.

Newroz Edo peymana di navbera hikumetên Iraq û Hewlêrê de ya têkildarî rêvebirina Şengalê şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, pêşmergeyan hêzên xwe ji Şengalê vekişand, lê dîsa jî êzidiyan xwe bi rêxisitn kirin û li hemberî çeteyan li ber xwe dan, lewra ez dibêjin; tenê Êzidî dikarin bi navê Şengalê biaxivin."

Newroz Edo got ku divê peyman kurdî-kurdî be û kesên derve destwerdanê nekin, ji ber ku ev peyman bêyî vegera li êzidiyên Şengalê hatina mohrkirinê, dê neyê pejirandin.

Roşîn Mûsa jî axivî û da zanîn dîrok xwe dubare dike, ji ber sala 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êrişî êzidiyên Şengalê kir û îro li ser civaka Êzidî heman siyaset tê meşandin, lewra civaka Êzidî li hemû cîhanê peymanên li ser Şengalê red dikin.

Roşîn Musa di dawiya axaftina xwe bang li şêniyên Şengalê, nexasim jin û ciwanan kir, ku li hemberî kiryarên wiha yekitiya xwe ava bikin, parastina xak û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

Der barê şandina bi hezaran leşkerên Iraqê ji bo dorpêçkirina Şengalê, Suheyla Îbrahîm wiha got: "Em siyasetên wiha qebûl nakin, hikumeta Bexdayê hewl dide Rêveberiya Xweser a ku civaka Êzidî piştî fermana 2014`an de ava kir, têk bibe."

Meqbûla Nibo jî axivî û peymanên li dijî Şengalê şermezar kir û wiha pê de çû:"Dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir û zarok qetil kirin hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê tu helwest nedan. Lê xelkê Şengalê xwe bi rêxistin kir û li hemberî wan êrişan li ber xwe dan. Peymanên wiha xizmeta gelê Kurd nakin û li şûna Mesûd Barzanî destekê bide gelê xwe destên xwe dixe destên dijminê gelê Kurd."

(eh)

ANHA


Mijarên Din