Peydakirina hilberîna herêmî taybetmendiyeke jiyana gundên Dêrikê ye

Şêniyên gundewarên herêma Dêrikê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikin. Jiyana hevpar û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê taybetmendiyeke bingehîn a jiyana gundên li Dêrikê ye.

Şêniyên herêma Beravê ji peydabûna avê û kaniyan,  debara xwe bi çandiniya sebzeyên havîn, zivistan, baqulî,  xwedîkirina sewalan û mêşên hingiv peyda dikin. Ev çandinî rolekê di pêşxistina hilberîna herêmî de dilîze.

Di serdana wan gundan de, xwezaya jiyana di nav gundan de ya tijî tevger diyar dibe.

Gundê Kanîkirk ê Dêrikê bi kaniyan navdar e. Şêniyên wî gundî sebzeyên havîn û zivistanê tevî baqulî û birinc diçînin. Şêrzad Latîf ji şêniyên gund e dibêje ew sebzeyên mîna xiyar, kundir, bamî, fasulî, bacanên reş, bacansor û hwd diçînin. Latîf wiha domand: "Ji ber barîna baranê bi giranî, hejmara kaniyan zêde bû. Ew ê jî hişt ku şênî rûberên fireh bi sebzeyan biçînin."

Ebid Salim şivanek ji gundê El-Hinewiye li başûr rojhilatê Dêrikê ye. Xwedî 200 serî pez e. Salim dibêje ew debara xwe bi sewalan, şîr û berhemên wan peyda dikin. E

Xwediyê mêşên hingiv Saîd Fadil got rewşa herêmê ji bo xwedîkirina mêşên hingiv guncaw e û dihêle cureya hingiv jî baş be.

Şêniyên gund ên din sebzeyên havînê di hewşên malên xwe de diçînin. Hinek ji wan jî di nav zeviyên xwe de sebze çandine û hilberînên xwe di nav sûkên Dêrikê de difiroşin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din