Peyama Rêveberiya Xweser a Cizîrê ya ji sekreterê NY′yê re bê bersiv ma

Peyama ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres ji bo vekirina deriyên sînor, bi taybet deriyê Til Koçerê, nehat bersivandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di 14′ê Sibatê de peyamek radestî Komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kir ku ew jî radestî sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres‏ ‏bike.

Di peyamê de hate gotin divê deriyên sînor ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji herêmên ji ber erdhejê wêran bûne, werin vekirin, bi taybet deriyê Til Koçer ku krîzeke rasteqîn li herêmê çêkiriye.

Bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji 2020′an ve û bi vetoya Rûsya û Çînê deriyê Til Koçer hate girtin. Li kêleka wê jî Rûsya û Çînê îsrar kir ku deriyê Bab El Hewa yê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê de li Idlibê vekirî bimîne.

Li gorî hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Herêma Cizîrê Rîhan Omer, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tu bersiv li ser peyama xwe ya ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterreswernegirtine.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din